Artêşa Tirk bombeyên gazê avêtin xwepêşandêrên banga derxistina dagirkeriyê dikir

Artêşa Tirk gaza îsotê avêt kesên li pêşiya nuqteya Serman a gundewarê Maret Nûman banga derxistina artêşa Tirk ji xaka Sûriyê dikir û xwest xwepêşandanê ji hev belav bike.

Artêşa Tirk bombeyên gazê avêtin xwepêşandêrên banga derxistina dagirkeriyê dikir
16 îlon, 2020   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên artêşa Tirk xwepêşandana li pêşiya Serman a gundewarên Maret Nûman hate lidarxistin  ji hev belav kir. Xwepêşandêran di meşê de banga derxistina artêşa Tirk ji xaka Sûriyê kir û leşkerên Tirk gaza îsotê avêt xwêpandêran.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hin dengên hatibûn tomarkirin, hatin bidestxistin û di van qeydan de partiya Baasê bang li fermandar û saziyên ewlekariyê yên girêdayî partiyê dike ku bi cilên sivîl li pêşiya nuqteya artêşa Tirk protesto bikin.

(eh)