Li Reqayê Yekitiya Odeya Bazirganan hate ragihandin

Saziyên civaka sivîl îro li Reqayê bi dirûşma "Bi yekitiya bazirganan aboriya Reqayê geş dikin" Yekitiya Odeya Bazirganan ava kir.

Li Reqayê Yekitiya Odeya Bazirganan hate ragihandin
Li Reqayê Yekitiya Odeya Bazirganan hate ragihandin
Li Reqayê Yekitiya Odeya Bazirganan hate ragihandin
16 îlon, 2020   11:56
REQA

Konferansa yekemîn a damezirandina Yekitiya Odeya Bazirganan a li Reqayê li hola Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya nûnerên Odeya Bazirganan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nivîsgeha bazirganan a Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê û gelek bazirganên bajarê Reqayê û gundewarên wê hate lidarxistin.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji rêveberên saziyên civaka sivîl ên Reqayê Zelal Cîger rewşa siyasî nirxand û îşaret bi berjewendiyên navneteweyî yên li xaka Sûriyê kir, li gel vê bal kişand ser êrişên fikrî yên ku hin alî pê radibin û bi saya hevgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev êriş têk diçin.

Zelal Cîger bang li bazirganên li Reqayê û tevahiya bazirganên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku têkildarî aloziya aborî bi roleke erênî rabin, ji ber ku li herêmên wan gel zehmetiya aboriyê dikişînin û di dawiyê de bazirgan zarokên civaka Sûriyê ne û karê wan ku parastina welêt bikin.

Paşê bendên rêziknameyê hatin nîqaşkirin. Rêzikname ji gelek madeyên pênasekirina yekitiyê, sazûmaniya wê, erêka rêveberiyê, erêk û mafên endamên meclisa yekitiya bazirganan û çawaniya dana nasnameyên bazirganiyê ji bazirganan re pêk tê. Piştî bendên rêziknameyê hatin nîqaşkirin, beşdaran rêzikname erê kir.

Di dawiya kongreyê de ji bo hevserokatiya Yekitiya Odeyên Bazirganan Merwan Hemada û Rodîn Mistefa hatin hilbijartin.

eh

ANHA