Asayîşa Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî bêbandor kir

Asayîşa kantona Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî bêbandor kir.

Asayîşa Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî bêbandor kir
15 îlon, 2020   14:37
HESEKÊ

Tîma Yekîneya Endizyariyê ya Hêzên Asayîşa kantona Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî bê bandor kir. Motorsîklêt li nêzî çerxerêya Dêra Asur a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hatibû bicihirin.

Di dema bêbandorkirinê de, Hêzên Asayîşê cih girtin û sivîl jê dûrxistin.

Di encamên lêkolînên Tîma Yekîneya Endizyariyê de, derket ku madeya teqemeniyê ji 5 kg  madeya TNT'ê pêk dihat a ku bi rêya telefona destan ji dûr ve dixebite.

Endamê rêveber ê Hêzên Asayîşa Kantona Hesekê

 Şivan Silêman  diyar kir ku nasnameya xwediyê motorsîklêtê hate naskirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şivan Silêman bang li şêniyên herêmê kir ku heke kes an madeyên bi guman dîtin, hêzên wan agahdar bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FdYvLWVEiho" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>