Ji qebîleya Igêdat 125 kes tev li refên QSD'ê bûn

Piştî bûyerên fitneyên li gundewarê Dêraozêr û bi armanca parastina ewlehiya herêmê ji qebîleya Igêdat a li Dêrazorê  125 ciwan tev li refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn.

Ji qebîleya Igêdat 125 kes tev li refên QSD'ê bûn
Ji qebîleya Igêdat 125 kes tev li refên QSD'ê bûn
Ji qebîleya Igêdat 125 kes tev li refên QSD'ê bûn
15 îlon, 2020   14:19
DÊRAZOR

Ciwanên tev li QSD'ê bûne dê 45 rojan perwedeyên siyasî, fikirî û leşkerî û bikaranîna çekan bibînin.

Li gorî fermandariya leşkerî ya Akademiya Şehîd Egîd a Dêrazorê "Piştî bûyerên ku li gundewarê Dêrazorê rû dan, jê qetilkirina şêx Metreş El-Hefel û hewldanên derxistina fitneyê ji aliyê rejîma Sûriyê û Tirkiyê ve, ciwanên qebîleya Igêdat xwestin parastina ewlehiya herêmê xurt bikin û li hemberî terorîst û kesên ku hewl didin aramiya herêmê xirab bikin bisekinin."

Elî El-Celûd ê ji qebîleya Igêdat got, piştî zêdebûna bûyerên qetilkirina sembolên herêmê, biryar da ku tev li Hêzên Sûriya Demokratîk bibe da ku li hemberî şaneyên terorîstan ên ku ajnîde û berjewendiyên dewletên mîna Tirkiyê li herêmê bisekine.

Omer Abdullah El-Cerwan û Mûsa Xelef jî heman tişt gotin û diyar kirin ku ji bo parastina ewlehiya herêmê bibin mertal û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Piraniya ciwanên ku tev li QSD'ê bûne ji bajaroka Şihêl a gundewarê rojhilatê Dêrazorê ne.

ANHA