Koalîsyona Navneteweyî gotegotên têkildarî xistina helîkoptreke wan derewandin

Berdevkê leşkerî yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê got tu helîkoptereke Amerîkayê neketiye û diyar kir ku helîkoptera Amerîkayê bi awayekî ji nişka ve daketiye.

Koalîsyona Navneteweyî gotegotên têkildarî xistina helîkoptreke wan derewandin
15 îlon, 2020   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Wayne Maruto bi twittekê wiha got: "Helîkoptera Koalîsyonê nêzî saet 13:00’an bi awayekî ji nişka ve daket. Lê belê ne qeza bû û bi aramî daket."

Berdevk piştast kir ku tîmên awarte yekser çûn cihê bûyerê, lê tiştek bi tîmên helîkopterê nehatiye.

(fr)