Jinên ciwan li herêma Cizîrê tundiya li dijî zarok û jinan şermezar kir

Bi sedan jinên ciwan ên bajarên Hesekê û Qamişlo ji bo şermezarkirina tundiya li dijî zarok û jinan bi dirûşma `Na ji tundiyê û dagirkeriya Tirk re` meşiyan û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.

Jinên ciwan li herêma Cizîrê tundiya li dijî zarok û jinan şermezar kir
Jinên ciwan li herêma Cizîrê tundiya li dijî zarok û jinan şermezar kir
Jinên ciwan li herêma Cizîrê tundiya li dijî zarok û jinan şermezar kir
Jinên ciwan li herêma Cizîrê tundiya li dijî zarok û jinan şermezar kir
Jinên ciwan li herêma Cizîrê tundiya li dijî zarok û jinan şermezar kir
Jinên ciwan li herêma Cizîrê tundiya li dijî zarok û jinan şermezar kir
Jinên ciwan li herêma Cizîrê tundiya li dijî zarok û jinan şermezar kir
15 îlon, 2020   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Ciwan ên bajarên Qamişlo û Hesekê li herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî zarok û jinan li herêmên dagirkirî û azadiya rêber Abdullah Ocalan 2 meş organîze kirin.

QAMIŞLO

Mesa Qamişloyê ji Çerxerêya Şehîd Rûbar dest pê kir û li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li taxa Siyahî rawestî.

Bi dehan endamên jin ên saziyên sivîl û leşkerî û şêniyên bajarê Qamişlo tev li meşê bûn û sloganên silavkirina berxwedana Heftenînê û berxwedana jinan berz kirin û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kirin. her wiha pankartên bi nivîsên Na ji kuştin û tundiyê re hildan.

Meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî rawestî. Li wir jina ciwan bi navê Tolîn Reşîd daxuyanî xwend û tê de bêdengiya rêxistinan û aliyên têkildarî parastina mafên zarokan û jinan li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî zarok û jinan li Efrînê û herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Tolîn di daxuyaniyê de berxwedana jinan mîna şehîd Arîn û Avesta destnîşan kir û soza şopandina rêya wan da.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/UaAl3dPg-GM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan ciwan û jinên ciwan û şêniyên bajêr tev li meşa Hesekê bûn û wêneyên zarokên ku rastî tundiyê hatine û pankartên ‘Na ji kuştina zarokan re’ û ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’ hildan.

Meş ji ber çerxeriya şehîd Serhed a li taxa Miftî destpê kir û li ber Komeleya Mafên Zarokan a li taxê bi dawî bû. şêniyan dirûşmên sûcên li dijî zarokan şermezar kirin.

Meş li ber komeleyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Rosîm Mihemed Hisên daxuyanî xwend û sûcên li dijî zarokan li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk pêkanîna qirkirinê armanc dike û bi vê yekê qanûnên mafên mirovan binpê dike.

Di daxuyaniyê de behsa bêdengiya dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî li hember sûcên ku li dijî zarokên Efîrn û Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine kirin, hate kirin.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan hate kirin ku li hemberî êrişkaran li ber xwe bidin.

(şx)

ANHA