QSD`ê li Dêrazorê çeteyekî DAIŞ`ê girt

Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk li Dêrazorê endamekî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê girt.

QSD`ê li Dêrazorê çeteyekî DAIŞ`ê girt
15 îlon, 2020   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêngavên ku li dijî şaneyên DAIŞ`ê li herêmên Dêrazorê dabûn destpêkirin, didomîne. QSD`ê îro li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir ku hêzên QSD`ê endamekî şaneyeke DAIŞ`ê girtiye.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye: “Hêzên me yên taybet di operasyonekê de bi desteka balafirên Koalîsyona Navneteweyî endamekî şaneyeke DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrazorê girt. Piştî girtinê di navbera hêzên me û şaneyên li herêmê de şerek çêbû.”

(şx)

https://twitter.com/cmoc_sdf/status/1305768274328780800