Serokê PADÊ'yê: Vîna êzidiyan dê Şengalê bi rê ve bibe

Serokê PADÊ'ê Omer Salih got: "Divê îradeya êzidiyan biryara çarenûsa Şengalê bide, vegera Şengalê a li rewşa beriya 2014'an nayê qebûlkirin."

Serokê PADÊ'yê: Vîna êzidiyan dê Şengalê bi rê ve bibe
15 îlon, 2020   01:23
NAVENDA NÛÇEYAN- MIHEMED EKINCÎ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser erdîngariya Kurdistanê didomîne û siyasetên dijminahî li dijî kurdan dimeşîne. Şengal ji dema ku ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûye, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dibe armanca êrişan. Armanca êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Şengalê û vîna êzidiyan e.

Serokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih got, siyasetên li dijî civaka Êzidî ji beriya gelek salan nemaze ji sala 2014'an û şûde berdewam in, ev êriş ji bo derbekirina berxwedana ku Şengal parastiye.

'DIXWAZIN ŞENGAL VEGERE REWŞA BERIYA SALA 2014'AN'

Salih îşaret bi îdiayên derew ên li dijî sazî, meclis û hêzên leşkerî yên ku di encama îradeya êzidiyan de ava bûne kir û diyar kir ku yên ku van îdiayên derew belav dikin dixwazin Şengal vegere rewşa beriya sala 2014'an û dixwazin Şengal bê ewlehî û xizmet bimîne.

Omer Salih destnîşan kir ku mîna niha di tu caran xizmet li Şengalê çênebûye, ev jî bi saya saziyên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê pêk tê.

Salih got, yên ku îdiayên derew belav dikin, di esas de ne li Şengalê ne, ew li derve ne, dixwazin aloziyê derxînin û wêneya kesên ji bo Şengalê qurbanî dane û li ber xwe dane şer bikin.

Serokê PADÊ'yê bi bîr xist ku dema çeteyên DAIŞ'ê êriş kir, pêşmergeyên PDK'ê Şengal hişt, Yekîneyên Berxwedana Şengalê û HPG'ê şerê DAIŞ'ê kirin û Şengal rizgar kir, îdiayên têne belavkirin berevajîkirina rastiyan e û planeke bi baldarî tê xêzkirin.

'DIVÊ EM lI LÎSTOK Û SIYASETÊN DIJMIN HIŞYAR BIN'

Omer Salih destnîşan kir ku divê civaka Êzidî ji lîstok û siyasetên ku xizmeta dijmin civakê dikin hişyar bikin û got: "Divê em derfet nedin ku êriş li ser Şengalê bidomin."

Serok PADÊ'yê bal kişand ser bûyera kuştina ciwanên ji eşîreya Şemer a Ereb a li Şengalê ji aliyê ciwanên Êzidî ve û got: "Em sersaxiyê ji malbata herdu eşîran û eşîreya Şemer re dixwazin. Dijminiya me bi Ereb û eşîreya Şemer bi taybet tuneye. Tişta ku qewimî ji aliyê dijminên biratiya gelan ve hate kirin da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bidin."

Salih bal kişand ser fermana Tebaxa 2014'an a li ser Şengalê û ev tişt destnîşan kir: "Bi hezaran pêşmergeyên PDK'ê li Şengalê hebûn, lê bê berxwedanê Şengal ji DAIŞ'ê re hiştin. Em qet vegera pêşmergeyan qebûl nakin. Îradeya êzidiyan wê çarenûsa Şengalê diyar bike, divê Şengalî civaka xwe bi rê ve bibin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RMNlUNolwsg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>