Bi zêdeyî 190 topan çiyayê Zawiyê hate hedefkirin

Hêzên hikumeta Şamê bi zêdeyî  190 topan bajarok û gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Bi zêdeyî 190 topan çiyayê Zawiyê hate hedefkirin
14 îlon, 2020   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê ji saetên sibehê ve bi zêdeyî 190 topên moşekan herêmên gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin. Deverên Kensefra, Keferiweyid, Fitêra, Sifûhin û Filêfil kirin hedef.

SOHR'ê, vê sibehê ragihandibû ku hêzên hikumetê topbarana li dijî çiyayê Zawiya nû kir û deverên Fitêra, Kensefra, Sifûhin, derdora Keferiweyid û Filfilê topbaran kirin. Her wiha got, hêzên Tirkiyê, nuqteyên hêzên hikumetê yên derdora çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir. Li gorî SOHR'ê ziyanên mirovî  çêbûn.