Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Bûkemalê de 10 leşkerên komên girêdayî Îranê hatin kuştin

Îro di encama êrişên hewayî de ku tê texmînkirin Îsraîlê li dijî bajarê Bûkemlê yê Dêrazorê pêk aniye, 10 leşkerên endamên girêdayî Îranê hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Bûkemalê de 10 leşkerên komên girêdayî Îranê hatin kuştin
14 îlon, 2020   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku vê sibê ji bajarê Bûkemalê yê gundewarên Dêrazorê dengê 6 teqînên xurt hat.

Li gorî çavkaniyên SOHR`ê tê payîn ku Îsraîl nuqteyên komên Îranê yên li herêma El-Selesat a li başûrê Bûkemalê ya nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê ya li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kirin armanc, ji ber vê teqîn pêk anî.

SOHR`ê destnîşan kir ku di encama teqînan de 10 leşkerên komên girêdayî Îranê ku bi eslê xwe ne sûrî ne, hatin kuştin û ambulans ber bi nuqteyên derbeyên hewayî ve çûn, li gel vê di encama teqînan de depoyeke cebilxaneyê hate rûxandin.

(eh)