Kehrebe gihaşt ji sedî 40’ê taxên Reqayê

Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ji bo ku kehrebe bigihêje taxên bajarê Reqayê, didomîne. Berpisên xebatê piştrast kir ku wan kehrebe bi rêjeya ji sedî 40 gihandiye taxên bajêr.

Kehrebe gihaşt ji sedî 40’ê taxên Reqayê
14 îlon, 2020   07:51
REQA-EHMED EL-ESAF

Li bajarê Reqayê ji ber şerên ku rû dane û ji ber kirinên DAIŞ`ê binesaziya kehrebeyê bi awayekî mezin wêran bûye. Ji bo ku kehrebe bigihêje şêniyan, Meclisa Sivîl a Reqayê xebatan dimeşîne.

Piştî salek ji xebatê, werşeyên têkildar kehrebe gihand gelek taxên bajêr; Sekene, Sur, Bustan, Kolana Mensûr, Seyfdewle, Mişleb, Sînaa û navenda bajêr.

Xebatên di vî warî de hîna berdewam in da ku kehrebe bigihêje taxên Rimêla, bakurê Sike, taxa Cemîyat li rojhilatê bajêr li nêzî Kornîşa başûr. Li gorî berpirsên xebatê, kehrebe ji sedî 40 gihaştiye taxên bajêr.

Berpirsê werşeyên kar Ensar Şiblî der barê mijarê de got: “Di demeke kurt de û bi piştgiriya Meclisa Sivîl a Reqayê û peydakirina pêdiviyên bingehîn, me gelek proje li bajêr pêk anîn û kehrebe bi rêjeyeke baş gihaşt gelek taxên bajêr.”

Şiblî diyar kir ku di vê projeyê de 4 werşeyên fenî û pisporên kehrebeyê dixebitin. Têkildarî rêbaza kar, Şiblî got: “Destpêkê tax an jî kolana ku dê kehrebe bigihêje wir, tê kontrolkirin. Piştre transa kehrebeyê li gorî rûber û hejmara malên taxê tê danîn. Paşê werşe kehrebeyê digihînin malan.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bFhD9KTL6pk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>