Ji bo peymana aştiyê wezîrê karên derve yê Îmaratê çû Washingtonê

Wezîrê karên derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Bîn Zayîd Al Nehyan ji bo beşdarî merasîma îmzekirina peymana aştiyê ya di navbera Îmarat û Îsraîlê de bibe, duh gihaşt paytexta Amerîkayê Washingtonê. Peymana dîrokî ya Îsraîl-Îmaratê dê sibe bi beşdariya serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêk bê.

Ji bo peymana aştiyê wezîrê karên derve yê Îmaratê çû Washingtonê
14 îlon, 2020   07:45
NAVENA NÛÇEYAN

Ajansa Îmaratê WAM diyar kir ku bi vexwendina serokê Amerîkayê Donald Trump a Şêx Abdullah Bîn Zayid Al Nehyan li şûna serokê dewletê Şêx Xelîfa Bin Zayid Al Nehyan, serdana DYA`yê kir.

Wezîrê karên derve yê Îmaratê tevî şandeyeke fermî ku ji rayedarên dewletê pêk tê, çû Washingtonê û dê sibe bi beşdariya serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tev li merasîma îmzekirina peymana aştiyê ya dîrokî bibin.

Serokwezîrê Îsraîlê beriya niha li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku merasîma îmzekirinê dê bingeha peymana aştiyê ya di navbera Îsraîl û Îmaratê de be ku di Tebaxa derbasbûyî de hate lidarxistin.

Benjamin Netanyahu da zanîn ku ji bo çûyîna Washingtonê û beşdariya ji merasîma dîrokî ku dê li Koşka Spî were lidarxistin, kêfxweş e.

(eh)