Rojnameyên erebî: Binpêkirinên di girtîgehên hikumeta Sûriyê de eşkere dibin

Rojnameyên erebî vê sibê behsa binpêkirinên di girtîgehên hikumeta Sûriyê de, nakokiya tirkî-ewropî li rojhilatê Deryaya Spî û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Binpêkirinên di girtîgehên hikumeta Sûriyê de eşkere dibin
14 îlon, 2020   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: KOLANVANÊ SÛRÎ… ÇÎROKÊN BEHSA SÛCÊN NAZIYAN DIKIN!

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Şahîdiya "kolavanê goran" ê ku di rûniştina 31’an a dawîn di hefteya borî de ya dadgeha rayedarên sûrî li ser sûcên şer li bajarê Koblenz ê rojavayê Almanya de li dar ketiye, matmayînek li hundirê hola dadgehê û li gel rojnamegerên almanî çêkir. Her wiha wêneyên dişibin van bûyeran di mêjiyê wan de çêkir. Ew jî sûcên naziyan in ku li Almanyayê pêk hatine."

Ji wêneyê ku ji bîrewariya kolanvanê goran ê sûrî naçe, cenazeyê jinekê ku ji bin kavilan hatibû derxistin û zarokê xwe hembêz kiribû, da ku wê li goristana komî ya li Şamê veşêrin.”

EL-EREB: ISRARA EWROPA Û AMERÎKAYÊ HIŞT KU DEWLETA TIRK JI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ VEKIŞE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Di daneyên Refinitiv de hat eşkerekirin ku keştiya  Oruç Reîs a dewleta Tirk, duh vegerî ava nêzî herêma Antalyayê ya Tirkiyê. Ev pêngav jî dibe ku nakokiya Enqere û Atînayê ya girêdayî dahatên xwezayî li rojhilatê Deryaya Spî kêm bike.

Çavdêr dibînin ku vegera dewleta Tirk ji binpêkirina ava hêrêmî ya Yewnanistanê deriyê li hember çareserkirina aloziyê bi awayekî aştiyane vedike. Ew jî piştî Enqereyê ku vebijêrka leşkerî destnîşan kir.”

UKAZ: GELO DÊ HIKUMETA EDÎB DI TESTKIRINA PARLAMENTOYÊ DE HILWEŞE?

Girêdayî Lubnanê rojnameya Ukaz wiha nivîsî: "Beriya 24 saetan ji bidawîbûna dema Fransayê daye, tê texmînkirin ku serokwezîrê Lubnanê yê erkdar Mistefa Edîb avakirina hikumetê (îro) pêşkêşî serok Mîşel Ewn bike."

Çavkaniyên nêzî Hizbullah û Tevgera Emel şeva berê peyamên yekser der barê çarenûsa hikumetê de eşkere kirin, tê de tê gotin ku ger Edîb avakirina wezaretê bêyî qebûlkirina serokê parlamentoyê Nebîh Berî û Hizbullahê pêşkêş û merasîma îmzekirina wê ji hêla serok Mîşêl Ewn de pêk hat, dê di rûniştina baweriyê ya parlamentoyê de parlamenter blokên xwe bikişînin û bi wê re jî dê hikumet hilweşe.”

(fr)