'Berdewamkirina tecrîdê qirkirina gelan e'

Endamên saziyên civaka sivîl tecrîda li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û bang li rêxistina CPT`ê kirin ku li hemberî kiryarên li dijî girtiyên li girtîgeha Îmraliyê, bi erkên xwe rabe û hesabê ji dewleta Tirk bixwaze.

'Berdewamkirina tecrîdê qirkirina gelan e'
14 îlon, 2020   05:27
HELEB- ARIF SILÊMAN

Tecrîda li diji Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê li gel bêdengiya rêxistina navneteweyî yên têkildarî kar û barên hiqûqî û komîteya Ewropayê ya têkoşîna li dijî êşkenceyê, dewam dike.

Di vê der barê de, hevserokê saziyên civaka sivîl Reşîd Reşo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan azadiyê bi sînor dike.

Reşo goy, divê tecrîda li dijî Ocalan rabe û wiha domand: "Êdî bes e ji tecrîdê re, divê tecrîd bê rakirin. Divê Rêber Ocalan azad bibe, ji ber ku azadiya Ocalan azadiya mirovahiyê ye."

BÊDENGÎ MIROVAHIYÊ DIKUJE

Reşîd Reşo bang li rêxistinên navneteweyî, bi taybet Komîteya Pêşîgirtina li êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan bi erka xwe ya mirovî rabe û tecrîdê rake.

CPT'ê di rapora xwe ya 2019`an de ragihand ku wê hevdîtin bi hemû girtiyên siyasî yên girtîgeha Îmraliyê de kiriye û got: "Ji serdana 2016`an de, tu guhertin an başkirin li sîstema girtîgehan de çênebûye."

ARMANCA TECRÎDÊ QIRKIRIN E

Endamê saziyên civaka sivîl Ehmed Bebo jî tecrîda dewleta Tirk a li dijî Rêber Ocalan ferz dike, şermezar kir û got: "Armanca dewleta Tirk ji tecrîdê qirkirina gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî gelê Kurd e." Her wiha bang li hemû gelan kir ku dakevin qadan û tecrîdê şermezar bikin.

JI BO RÊBERTIYÊ SERÎ HILDIN!

Bebo destnîşan kir ku tecrîd ne tenê li dijî rêber Ocalan e, lê belê bandorê li tevahî gelên cîhanê dike û got: "Divê heta rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiyê, her kes li dijî Tirkiyê serî hilde. Rêber Ocalan 40 milyon mirov ji qirkirin û zilmê xilas kir."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/39sggVJzhRA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>