​​​​​​​Dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê şerê taybet li dijî herêmê dimeşîne

Şêniyên navçeya Til Temirê diyar kirin ku dewleta Tirk bi piştgiriya hikumeta Sûriyê propagandaya derxistina tevliheviyê li herêmê belav dike. Şêniyan gotin ew ê li hemberî aliyên ku dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin, bisekinin.

​​​​​​​Dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê şerê taybet li dijî herêmê dimeşîne
14 îlon, 2020   00:23
HESEKÊ –DIYAR EHMED

Şerê taybet anku şerê derûnî, rêbazek din ê şer e ku dewlet li dijî civakê bi kar tîne da ku berjewendî û armancên xwe pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de bi piştgiriya gelek dazgehên çapemeniyê yên dijberî herêmê dest bi belavkirina propagendayên kir, ku dê bi êrişeke nû li dijî navçeyên Til Temir û Zirganê heta bigihêje bajarê Dirbêsiyê yê li kantona Hesekê bike. Bi vê yek diwaze tirsê bixe dilê şêniyên herêmê û herêmê vala bike.

`TU BAWERBARIYA ŞERÊ TAYBET Û DERÛNÎ NÎN E`

Ehmed Heyder ê ji navçeya Til Temirê dibêje, artêşa Tirk a dagirker bi rêya gelek dazgehên çapemeniyê propagandayê ne rast li dijî herêmê bilav dike. Da ku tevlihevî û tirsê di nava şêniyan de belav bikin.

Heyder îşaretpê kir ku ev propganda di çarçoveya şerê taybet û derûnî de pêk tê. Aliyên dijberî herêmê di sêrî de dewleta Tirk ji demeke dirêj ve vê şêwaza şer bi kar tîne.

`EM BI AXA XWE VE GIRÊDAYÎ NE`

Dewleta Tirk bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û gihaşt tixumên navçeyên Til Temir û Zirganê. Ji wê demê ve rojane êrişî herêmê dike. Di vê derbarê de Heyder dibêje: “Sûcên dewleta Tirk ji topbaran, wêrankirin, talankirin, revandin û îşkencekirin hemû dikevin xaneya sûcên li dijî mirovahiyê.”

Heyder wiha domand: "Êdî em tê gihiştina van propogandayan. Em bi axa xwe û welatê xwe ve girêdayî ne."

`BAWERIYA ME BI HÊZÊN GARANPT TUNE YE', HÊZÊN ME DÊ VEGERÎNE`

Heyder di nav gotinên xwe de destnîşan kir "Ruxmî hebûna hêzên grantor mîna Rûsya û hikumeta Sûriyê, lê rastî ne garantor in û nabe em pişta xwe bidin wan. Ji ber ku hêzên garantor li bajarê Serêkaniyê bûn, dîsa jî dewleta Tirk bajêr dagir kir."

Heyder di dawiyê de piştgiriya xwe bi hêzên xwe yên leşkerî anî ziman û got: “Em hêz û moralên xwe ji hêzên xwe yên leşkerî digirin. Gel û pêkhateyên me bi axa xwe ve girêdayî ne. Heke êrişek hebe jî ew ê heta nefesa dawîn li ber xwe bidin. Hêzên me dê herêmên dagirkirî vegerînin.”

`ARMANC KOÇBERKIRINA NIŞTECIHAN E`

Şêniyê bi navê Mihemed Nûrî Ehmed destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û dewletên dijberî herêmê û hikumeta Sûriyê ji demekê ve şerê taybet li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin û propogandeya pêkanîna êrişên leşkerî li dijî herêmê dikin.

Ehmed bal kişand ser armanca wan propogandayan û got: “Ew dixwazin tirs di dilê sivîlan de biçînin, tevliheviyê li herêmê biafrînin û sivîlan bidin koçberkirin. Hikumeta Sûriyê jî bi gelek rêbazan hewl dide gelên herêmê zaîf bike û hevgirtina niştîmanî ya di navbera wan de parçe bike.”

Derbarê propogandeya dazgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Sûriyê de ku wê hemleyek leşkerî li dijî herêmê pêk were, Ehmed got: “Dazgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Sûriyê bi awayekî neyekser piştgiriya siyaseta û êrişên dewleta Tirk a dagirkir li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ji ber ku projeya netewa demokratîk û biratiya gelan red dike.”

`BI SAYA FEDEKARIYÊN CIWANÊN HERÊMÊ HEVGIRTÎ NE Û DÊ LI BER XWE BIDIN`

Mihemed Nûrî Ehmed di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axa xwe ji hemû hêzên dijber parast, girêdaneke xurt di navbera wan de heye. Ehmed wiha domand: "Xwîna şehîdan ên ji tevahiya pêkhateyan tevlihev bû. Wê tu dazgehek çapemeniyê yan jî tu aliyekî derve nikaribe tevna niştîmanî ya di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de parçe bike.”

Girêdayî heman mijarê, şêniyê bi navê Ehmed Yusif diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê tevahiya rêbazên şerê taybet li dijî gelên herêmê meşandin, av li ser milyonek kesî qut kir û hîna şerê xwe didomînin û wiha pê de çû: “Li hemberî tevhaiya cureyên şerên li dijî herêmê em ê li ber xwe bidin.“

Yusif piştrast kir ku ew dev ji axa xwe bernadin û dê li hemberî hêzên dijberî herêmê di sêrî de dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin û tê bikoşin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iL_i1igbH44" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>