Cara yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendeke fêrkirina astengdaran vebû

Yekem car li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi navê "Navenda Şehîd Beşîr Feysel El-Hiwêdî" ji bo fêrkirina kesên ker û kor vekir.

Cara yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendeke fêrkirina astengdaran vebû
Cara yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendeke fêrkirina astengdaran vebû
Cara yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendeke fêrkirina astengdaran vebû
Cara yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendeke fêrkirina astengdaran vebû
Cara yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendeke fêrkirina astengdaran vebû
13 îlon, 2020   18:50
REQA

Piştî dewreya perwerdeyê ya amadekirina kadroyên perwedeyê û çavdêran ku 15 rojan dewam kir, Komîteya Kar û Barên Civakî navendeke fêrkirina kesên ker û kor vekir. Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweser, endmaên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, kadroyên perwerdeyê û rêveberên navendê û bi dehan malbatên astengdaran, beşdarî merasîmê vekirina navendê bûn.

Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê cîgirê serokatiya meclisê Hesen Mistefa, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamên rêveber Şemse Salih û bi navê Navenda fêkirina kesên kor û ker endamê rêveberiyê Îsa El-Şêx, axivîn.

Axaftvanan vekirina navenda yekemîn a fêrkirina kesên kûr û ker û kesên li ser navendê disekinin pîroz kir û hêvî kir ku ev gaveke taybet a piştgiriya kesên astengdar be. Her wiha teqez kir ku dê ev navend ji bo hemû zarokên Reqayê û malbatên wan, hêviyek be.

Navend ji 20 odeyan; nivîsgehên rêveberiyê, holên fêrkirina zarokan pêk tên, her wiha maseyên taybet bi kesên kûr ku li gorî rewşa wan in û nîşane li ser dîwaran hene da ku tevgera wan li navendê hêsan bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kadroyê perwerdeyê û berpirsên navendê di dewreyeke perwerdeyê re derbas bûn, rêbazên dan û standin derûnî û perwerdekirina zarokan, zimanê îşaretê û fêrkirina bilêvkirina ji zarokên ku hinekî dibîsin re, fêr bûn.

(cx)

ANHA