Şêniyên Kobanê û Girkê Legê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Li Kobanê û Girkê Legê bi çalakiyên cûda piştgiriya berxwedana Heftenînê hate kirin û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Şêniyên Kobanê û Girkê Legê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Kobanê û Girkê Legê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Kobanê û Girkê Legê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Kobanê û Girkê Legê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Kobanê û Girkê Legê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
13 îlon, 2020   18:39

KOBANÊ

Bi dehan ciwanên Kobanê di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" de, hatin ba hev û bi daxuyaniyekê banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Em Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê, piştgiriya xwe bi pêngava 'Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan  re" radighînin. Ji ber ku azadiya rêbertî ji azadiya gelê Kurd e. Li ser vê yekê em bang li hemû ciwanan dikin ku beşdarî pêngava me bibin."

Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kirin "Heke ku bixwazin bi azadî bijîn divê ku tecrîda li dijî rêbertî bişkînin û ji azadiya rêbertî tevbigerin."

Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina xeta Rêber Abdullah Ocalan û domandina pêngavê ta azadiya wî nû kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê bi sedan kes bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana Heftenînê silav kir.

Meş ji rawestgeha gundê Kulîca ber bi gundê Sermsaxa Jorîn ve dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedaan herêmên Parastinê yên Medyayê hatin berzkirin.

Meş li qada gundê Serimsaxa Jorîn rawestiya. Endama Rêveber a Kongreya Star a herêma Alya Bêrîvan Îbrahîm berxwedana Heftenînê silav kir û got: "Em wekî Kongreya Star li hemberî plan û êrişên artêşa Tirk a dagirker bibin mertal û nahêlin ku herêmê me dagir bikin, ji ber ku me xeta berxwedanê pejirandiye."

ANHA