Rageşiya li rojhilatê deryaya Spî zêde dibe: Yewnanistanê artêşa xwe xurt dike

Li gel rageşiya li herêma rojhilatê deryaya Spî, serokwezîrê Yewnansitanê Kyriakos Mitsotakis ragihand ku dê welatî wî hêza xwe ya leşkerî bi kirîna 18 balafirên şer û 4 keştiyên şer ji Fransayê, xurt bike.

Rageşiya li rojhilatê deryaya Spî zêde dibe: Yewnanistanê artêşa xwe xurt dike
12 îlon, 2020   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Yewnanistanê daxuyand ku balafirên şer ji cureya "Rafale" ya herî pêşketî yên şerîketa Franasî "Dassault Rafale" in. Her wiha destnîşan kir ku dê welatî wî di 5 salên bê de nêzî 15 hezar leşker ji artêşê bixwaze.

Li gorî Ruetersê, Mitsotakis wiha gotiye: "Dê Yewnanistan pergala xwe ya parastinê bi çekên nû, Torpedo û moşekan xurt bike."

Wezîra artêşê ya Fransayê Florence Parley jî destnîşan kir ku Yewnanistanê niyeta xwe ya bidestxistina 18 balafirên şer ên ji cureya "Rafale", nîşan daye û got: "Ev nûçe ji bo çêkirina balafirên Fransî, pir baş in."

Florence Parley got: "Ev cara yekê ye ku dewleteke Ewropayê dixwaze balafirên şer ên "Rafale" bi dest bixe."

(cx)