​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê mafxwaz û dijberên dagirkeriyê tên girtin

​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê mafxwaz û dijberên dagirkeriyê tên girtin
13 îlon, 2020   05:57
YARA MIHEMED

Dema ku gel encamên şoreşên xwe û guhertinên ku piştî şerên Kendavê yê yekem û yê duyem li Iraqê pêk hatine, bi dest xist wekî ku xeyala mezin a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê pêk hat. Xwesteka azadiyê hişt ku gel bi Serhildana Adarê ya 1991`an rabe û li dijî rejîma Baasê bi ser bikeve û azadiya xwe bi dest bixe. Lê belê gelek ciwanên vî nifşî yên Başûrê Kurdistanê bûn qurbaniyên nêrîn, derbirandin û fikrên xwe yên siyasî û ketin girtîgehan. Ji lewra, gihîştin rewşekê ku vê pirsê bipirsin; "Em li dijî rejîma Baasê rabûn serhildanê û ji bo azadiyê em bi ser ketin, niha jî em di saya hikumeta xwe de tenê ji ber ku em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û gendeliyê xwepêşandanan li dar dixin, em rastî çewisandinê tên."

ABORÎ

Li ser wê bingehê, ji dema şerê li dijî DAIŞ`ê ve Herêma Kurdistanê aloziyeke aborî dijî. Dema ku hikumetê siyaseta serxwebûna aborî û firotina petrolê ya bêyî Bexdayê xist meriyetê ve, aloziya aboriyê kûrtir bû û mûçe di demên wê de nehatin dayîn. Ev rewş bû sedema nerazîbûna karmendan bi taybetî û beşên civakê yên din bi giştî ku bi tunebûna mûçeyan ber bandor bûn û rewşa wan jiyanî xerab bû. Gel ji ber tunebûna plan û bernameyên aboriyê, hikumet ji rewşa jiyanî ya xerab berpirsiyar nîşan da. Karmendên hikumeta Herêma Kurdistanê ji 8 mehên îsal tenê mûçeyên 3 mehan girtin, ji ber rêjeya ji sedî 21 ji lêçûna hatiye xerckirin hate birîn.

Bê guman, yek ji sedemên aloziyê daketina nirxê petrola cîhanê ye. Lê belê di vê rewşê de, heke aloziyê bi aloziya şewba Koronayê re dest pê kiribe, gelo aloziya beriya rewşa Koronayê ji ber çi bû? Pisporên aboriyê wiha mijarê analîz dikin: "Welatê ku tenê çavkaniyeke xwe ya aboriyê heye, dê aloziyê bijî. Bi taybetî heke welatên cîran dest li kar û barên welat werdin û li şûna wê biryarê di her alî de bidin, wekî Başûrê Kurdistanê ku di bin serweriya Tirkiyê û Îranê de dijî. Ji ber vê yekê Herêma Kurdistanê bûye sûkek ji bo firotina kel û pelên wan dewletan. Tevî ku hikumeta Herêma Kurdistanê ku 29 sal derbas kirine, dikarîbû pêşketineke mezin di aboriya xwe ya xweser de çêkiriba.

Rewşa aborî, bandor û sedemên wê wekî berdewamiya doza rewşa welatiyan a girêdayî azadiya nêrînê û mafên xwepêşandanan e. Ji lewra, ji ber sedemên hatine bibîrxistin gel li dijî hikumetê rabû serhildanê. Li herêmê dem bi dem li dijî gendeliyê, dayîn mûçeyan, sererastkirinan û başkirina rewşa jiyanî, gel xwepêşandanan li dar dixe. Lê belê di demên dawîn de û bi taybetî li herêmên serweriya Demokratî Kurdistan (Hewlêr-Dihok) welatî rastî kiryarên çewisandinê tên. Bi dehan xwepêşandêr hatin binçavkirin, wekî mamoste Belid Perwarî û hevalên wî yên li girtîgeha Dihokê ku banga xwepêşandanê û daxwaza mûçeyan kiribûn, hatin girtin.

WELATPARÊZÎ Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKERAN

Me tenê hinek faktorên ku berê gel dan xwepêşandana li dijî hikumetê bi bîr xist. Li kêleka wê yekê, ji ber mercên ku gel dijî û hêrsa gel li hemberî wê rewşê, ji derveyî têkiliyên her du qadên aborî û siyasî xeteriyeke ji aloziya aboriyê mezintir heye. Ew jî dagirkeriya dewleta Tirk e û xwepêşandanên li dijî wê yekê ne. Berevajî helwesta hikumetê ku operasyonên Tirkiyê û dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê rewa dike û êrişên asîmanî û bejahî pêk tîne ku di encamê de li herêmên cuda û di nav de Şengal û Mexmûr bi dehan şehîd û birîndar çêbûn. Ev êriş bi behaneya şerê PKK`ê pêk tên, tevî ku gel bersiva vê yekê da. Di destpêka 2019`an de li Şêladizê serhildaneke bi hêrs pêk hat û ciwanan baregeheke leşkerî ya Tirkiyê rûxandin. Hemwextî wê yekê li gelek bajar û bajarokan xwepêşandanên ku banga derxistina hêzên artêşa Tirk dikin, pêk hatin. Tevgera xwepêşandanan di 19`ê Hezîrana borî de careke din li Şêladizê pêk hat û di encamê de bû herêmeke nîv leşkerî û bi hêzên ewlekariyê ku rê nadin tu xwepêşandan û helwestên li dijî Tirkiyê, hate dorpêçkirin. Li şûna ku hikumeta herêmê van xwepêşandanan wekî helwesteke welatparêziyê pêşwazî bike, bi dehan xwepêşandêr hatin girtin û binçavkirin. Gelê herêmê ji ber vê rewşê dîsa şoq ma ku li şûna ku hikumeta wan li kêleka gel û xeyalên gel bisekine, hevkariya dagirkeran kir û kesên li dijî dagirkeriyê xist girtîgehan. Wekî rojnamevanê ji Şêladizê Qehreman Şukrî ku ji 27`ê Hezîrana borî de di bin çavan de ye û gelek çalakvanên din ên sivîl û siyasî ku di nava wan de kadroyên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê jî hene ku di hemleya hêzên ewlekariyê ya Tebaxa borî de hatibûn binçavkirin.

AZADIYA NÊRÎNÊ DI ASTEKE HERÎ XERAB DE YE

Hikumeta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên Dihok, Hewlêr û Zaxoyê bi dehan rojnamevan, çalakvan û sivîl binçav kirin. Vê yekê metirsiyên li ser azadiya nêrînê zêdetir kir. Rojnamevan û bi taybetî yên li derveyî saziyên PDK`ê kar dikin, metirsiya xwe li ser sînordarkirina azadiyan û xebatên çapemaniyê yên li sînorên parêzgehên xwe nîşan didin.

Hejmara kesên ku di hemleya hêzên ewlekariyê yên Dihokê ku di meha borî de hatine binçavkirin 500 e, ku di nava wan de çalakvan, rojnamevan û karmendên saziyên hikumetê hene. Hinek ji wan bi garantî hatin berdan, yên din jî hîna li benda çarenûseke ne diyar in.

Tiştê ku fikaran zêde dike ew e ku çalakiyên binçavkirinê êdî bêyî vegera li qanûnê û muzakereyên zagonê pêk tên, ku tê wateya hêzên asayîşê û PDK`ê xwe di ser qanûnan re digirin û her kesekî muxalîf dikin hedef.

(cx)

ANHA