Şêniyên Kobanê şehîd Dozdar Hemo bi bîr anî

Bi civînekê bi sedan şêniyên Kobanê fermandarê HPG`ê şehîd Dozdar Hemo bi bîr anî.

Şêniyên Kobanê şehîd Dozdar Hemo bi bîr anî
Şêniyên Kobanê şehîd Dozdar Hemo bi bîr anî
Şêniyên Kobanê şehîd Dozdar Hemo bi bîr anî
Şêniyên Kobanê şehîd Dozdar Hemo bi bîr anî
10 îlon, 2020   12:54
KOBANÊ

Tevgera Rizgariya Kurdistanê beriya çend rojan ragihand ku fermandar Dozdar Hemo di Mijdara 2019`an de di encama êrişeke hewayî ya artêşa Tirk de gihaşt asta şehadetê.

Şêniyên Kobanê, endamên saziyan û endamên rêveberiyên saziyan ji bo bîranîna şehîd Dozdar Hemo kom bûn. Şehîd Dozdar piştî şerê DAIŞ`ê yê li dijî Kobanê sala 2015`an û bajar ji çeteyan hate rizgakirin, beşdarî avakirina saziyan bûbû.

Serokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen di civînê de axivî û sersaxî ji malbata şehîd û gelê Kurd re xwest û got: "Şehadeta têkoşer Dozdar Hemo ji bo gelê Kurd, parçeyên Kurdistanê û hevrêyên wî yên li çiya windahiyeke mezin e."

Şehîd Dodar Hemo piştî bajarê Kobanê 2014`an ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû, beşdarî avakirina bajêr bûbû.

Her wiha hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Foziya Ebdî jî axivî û destnîşan kir ku tevî ku şehîd Dozdar demeke kurt li bajar ma, lê kar û xebateke giranbuha kir, ji ber vê divê Kobanê xwedî li mîraseya şehîd li pey xwe hiştiye derkevin.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Reqayê Xalid Berkel jî axivî û da zanîn ku heke ew bixwazin bi aştî bijîn divê her kes rêya şehîd Dozdar Hemo bişopîne, wekî wî tev bigerin û ji bîr nekin ku di rêya bicihkirina xewanên wan gihaşt asta şehadetê.

Şehîd Dozdar Hemo sala 1969`an li bajarê Efrînê ji dayîk bû û sala 1990`î tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûbû.

(eh)

ANHA