Îstixbarata dewleta Tirk serokê meclisa herêmî ya Cindirêsê girt

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê diyar kir ku istîxbarata dewleta Tirk (MÎT) serokê qaşo yê meclisa herêmî  ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker çend kesên din girtine. 

Îstixbarata dewleta Tirk serokê meclisa herêmî ya Cindirêsê girt
10 îlon, 2020   12:52
EFRÎN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê destnîşan kir ku istîxbarata dewleta Tirk serokê meclisa herêmî ya girêdayî dagirkeriya Tirk a navçeya Cindirêsê Subhî Mistefa Riziq yê 40 salî û hejmarek ji hevalên wî, bi tawanbariya ku teqînên ku berê li navenda navçeya Cindirêsê pêk hatibûn, bi berpirsyariya wî çêbûne, duh girtin, 

Subhî Mustefa Riziq berê mamosteyê bîrkarî bû û piştî ku di 2018`an de Efrîn hat dagirkirin ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, wek serokê meclisa herêmî ya navçeyê hat erkdarkirin.

Her wiha rêxistinê da zanîn ku îstixbara dewleta Tirk zavayê Subhî Riziq Kemal Yusif, Îsam El-Bekro û Fatme Qere Mistefa jî girtin.

Rêxistinê destnîşan kir ku MÎT`ê ew kesên ku girtine ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

(oh)