Rêxistina Mafên Mirovan: Divê diyardeya xwekuştinê were çareserkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê bi boneya Roja Qedexekirina Xwekuştinê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser girîngiya naskirina sedemên xwekuştinê û çareseriya diyardeyê.

Rêxistina Mafên Mirovan: Divê diyardeya xwekuştinê were çareserkirin
10 îlon, 2020   12:19
KOBANÊ

Rêxistinê di Roja Qedexekirina Xwekuştinê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê banga rêzgirtina ji mafên mirovan re kir, nexasim ji mafên jinan re, ji ber ku li kantona Kobanê rêjeya xwekuştina jinan bilind bûye.

Daxuyaniya bi zimanê erebî hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Nisrîn Elî xwend. Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser ji bo xwendina daxuyaniyê li pêşiya avahiya rêxistinê kom bûn û tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê girtin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demekê de ku Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Roja Qedexekirina Xwekuştinê bi bîr tîne, em dixwazin bala  rêxistinên mirovî û rêxistinên jinan bikşînin ser bûyera xwekujiyê ya ku di demên dawîn de li Kobanê zêde belav bûye û piraniya kesên xwe dikujin jin û jinên ciwan in.

Sedemên vê yekê pir in ji wan tundiya mêran û malbat li hemberî wan dimeşînin, ji ber vê yekê divê dawî li vê diyardeyê were, pirsgirêk werin çareserkirin, zanîn were belavkirin û rê li pêşiya dubarekirina vê diyardeyê were girtin.

Di heman demê de divê qanûnên tundiya li dijî tundiya malbatî û tundiya li dijî jinan werin diyarkirin û kesên berpirsyarên qanûnên tundiya ku  hiştiya bigihêje asta xwekujiyê werin cezakirin.

Em balê dikişînin ser ku divê li gorî pîvanên navneteweyî  yên taybet bi mafên mirovan rêz ji mafên mirovan re were girtin, ji wan mafê jiyaneke bi ewle ku tê de bindestî û tundî tune be misoger be û bi vî awayî dê dawî li vê diyardeyê were."

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AFQgUoWUc5w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>