Şewateke mezin li bendera Beyrûtê rû da

4`ê Tebaxê teqîneke dijwar li bendera Beyrûtê rû dabû û di encamê de 200 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Îro jî şewateke mezin li heman benderê rû da.

Şewateke mezin li bendera Beyrûtê rû da
10 îlon, 2020   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Bazara Azad ya bendera Beyrûtê bûyereke şewatê rû da û li gorî agahiyan agir bi  depoya rûn û lastîkan ketiye.

Çavkaniyeke leşkerî daxuyand ku divê welatî ji derdora benderê dûr bikevin, rêyên derdora wê vala bikin û bender niha tê valakirin.

Têkildarî şewatê Xaça Sor a Lubnanê da zanîn ku dê ji ber şewatê teqîn çênebin, ji ber agir bi lastîkan ketiye, birîndar tune ne û artêşê dever kontrol kiriye.

eh