​​​​​​​‘Tirkiye ji rojhilatê Deryaya Spî êdî ne hevkar e’

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku dewleta Tirk êdî li rojhilatê Deryaya Spî ne hevkar e û got dê hewl bidin li dijî Tirkiyê helwesteke hevpar nîşan bidin.

​​​​​​​‘Tirkiye ji rojhilatê Deryaya Spî êdî ne hevkar e’
10 îlon, 2020   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, beriya civîna bilind a MED 7 a li Korsîkayê ku heft welatên Yekitiya Ewropayê wê tev lê bibin, li Ajaccioyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Têkildarî aloziya li rojhilatê Deryaya Spî Macron got: “Divê mirov êdî qebûl bike ku Tirkiye li vê herêmê ne hevkarek e.”

Macron wiha pê de çû: “Tirkiyê bi înkarkirina mafê rewa yê Yewnanistanê re bi hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê re peymanên nayên qebûlkirin îmze kirin. Tirkiye li qada aborî ya Qibrisê karên sondajê yên nayên qebûlkirin, dike. Her wiha provokasyonên ku li dewleteke mezin nayê zêde dike.”

Macron destnîşan kir ku divê Ewropa bi biryar be û got: “Em ewropî, ne li dijî gel û neteweya Tirk, lê belê li dijî hikumeta Serokkomar Erdogan ê ku nêzîkatiyên wî nayên qebûlkirin, divê helwesteke eşkere û biryar nîşan bidin. Xetên me yên sor hêsan in. Hurmeta li serweriya welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, hurmeta li hiqûqa navneteweyî û mehkûmkirina çalakiyên yekalî yên aliyan. Niyeta me ew ku xwe ji aloziyê vegirin. Lê belê xwevegirtina ji aloziyê nayê wateya lawazî û qebûlkirinê. Xetên me yên sor ew in ku min qalê kir.  Di destê Tirkiyeyê de ye ku ew jî niyeta xwe eşkere bike.”

Macron wiha lê zêde kir: “Di asta Ewropayê de dixwazim xwedî heman zelaliyê bim. Divê Ewropa jî bibe xwedî dengekî eşkere û yekbûyî.”