‘Heta ku zîhniyeta hov a dagirkeran hebe em ê tê bikoşin’

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê bi rêya daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk ên ‎li dijî jin û zarokan li herêmên dagir kirine, şermezar kirin û got ‎‎"Em jinên ciwan dibêjin ku heya ev zîhniyeta hov dewam bike, em ê her di nava ‎têkoşîn û berxwedanê de bin.”‎

‘Heta ku zîhniyeta hov a dagirkeran hebe em ê tê bikoşin’
‘Heta ku zîhniyeta hov a dagirkeran hebe em ê tê bikoşin’
‘Heta ku zîhniyeta hov a dagirkeran hebe em ê tê bikoşin’
9 îlon, 2020   13:05
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê, têkildarî zaroka ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ‎ve li Efrînê bi awayekî hovane hatibû îşkencekirin û li ser tevna civakî hatibû belavkirin, her wiha ji bo hovîtiya li ser jinên Bakurê Kurdistanê jî ‎daxuyaniyek li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê da.‎

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên yekitiyê, mamosteyên bajarê Qamişlo û ‎zarokan hat dayîn. Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê ‎Behiya Xelef daxuyanî xwend.

Destpêkê endama yekitiyê Behiya Xelef, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza bilindkirina ‎têkoşînê da.‎

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Dewletên faşîst li dijî mirovahiyê ne û dixwazin mirovên xwedî ‎vîn û azad tune bikin, her wiha di milekî dîtir de jî herî zêde êriş pir li ser jin û zarokan ‎didin meşandin.

Armanca wan ji van êrişan ku tirsê di nava civakê de bidin ‎avakirin û hastên ferdên civakê yên ku însan li ser lingan dihêle û bijî, dide ‎girêdan lawaz bike û wiha domand: "Wekî hûn dizanin wê rojê li Efrînê zarokekî biçûk yê ku nû ‎çavên xwe ji dunyayê re vekiriye û nikare li hember hovîtiya wan parastina xwe bike, ‎ji aliyê hêzên faşîst de hatibû îşkencekirin, berî vê demekê heman bûyer li Girê Spî û ‎Bakur jî hatibû jiyankirin".‎

Em ê li hemberî van êrişan berxwedana xwe zêde bikin, pêwîst e her ‎kes helwesta xwe nîşan bide û jê re bêje êdî bes e.‎

Armanca ku em îro li vê derê daxuyaniyê didin jî, bila ‎hemû  cîhan bizanibe ku dewleta Tirk di bin navê ewlehiyê de, destê xwe diavêje ‎zarok û axa me.‎

Em jî weke jinên ciwan dibêjin ku heya ev zihniyeta hov jiyan ‎bike, em ê her di nava tekoşîn û berxwedanê de bin.‎"

Piştî daxuyaniyê Yekitiya Jinên Ciwan nameya xwe gihand nûnertiya Neteweyên ‎Yekbûyî,.

ANHA