Balafirên Rûsyayê çiyayê El-Ekrad bombebaran kir

Hêzên hikumeta Sûriyê herêmên li çiyayê El-Zawiyê topbaran kirin. Her wiha hêzên Rûsyayê jî çiyayê El-Ekrad li gundewarên Laziqiyê bombebaran kir.

Balafirên Rûsyayê çiyayê El-Ekrad bombebaran kir
9 îlon, 2020   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku balafirên şer ên Rûsyayê girên Kibanê yên li çiyayê El-Ekrad ê bakurê bejahiya Laziqiyê bombebaran kirin.

Her wiha SOHR`ê diyar kir ku hêzên hikumetê careke din herêmên El-Fitêra, Sifûhan, Kansefra, derdora El-Bara û herêma Sercela ya şûnwarî yên girêdayî çiyayê El-Zawiye hedef girtin. Lê encamên topbaranê nehatin zanîn.

Balafirên Rûsyayê yên bêpîlot li asîmanên gundewarên başûr û rojhilatê Idlibê digerin.

(oh)