Hêzên ewlekariyê hewldana reva çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha li Hesekê têk bir

Hêzên ewlekariyê yên çavdêriyê li ser girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê dikin, hewldana reva girtiyên DAIŞ’ê ji gitîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê têk bir.

Hêzên ewlekariyê hewldana reva çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha li Hesekê têk bir
Hêzên ewlekariyê hewldana reva çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha li Hesekê têk bir
Hêzên ewlekariyê hewldana reva çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha li Hesekê têk bir
Hêzên ewlekariyê hewldana reva çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha li Hesekê têk bir
9 îlon, 2020   09:37
HESEKÊ

Çavkaniyên ji hundirê girtîgehê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê di dema derketina wan li qada girtîgehê de hewl da tevliheviyê li qadê çêkin.

Çavkanî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê di dema tevliheviyê de, hewl da ji girtîgehê birevin. Lê Hêzên ewlekariyê yên çavdêriya parastina ewlehiya girtîgehan dikin, reva wan têk bir.

Li herêma nêzî girtîgehê û rêyên ber bi herêmê ve di dorpêça ewlehiyê de ye û tu kes nêzî herêmê nabe.

Hêzên ewlekariyê di 29’ê Hezîrana 2020’an de jî hewldaneke reva çeteyan têk biribû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2LXeZR6xFfA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>