Karwanê cîgirê serokê Efganistanê Emrullah Salih hate hedefgirtin 

Îro danê sibehê di hewldana hedefgirtina cîgirê serokê Efganistanê Emrullah Salih li paytext Kabûlê de du kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Karwanê cîgirê serokê Efganistanê Emrullah Salih hate hedefgirtin 
9 îlon, 2020   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedaran ragihand ku di saetên sibê de, karwanê cîgirê serokê Efganistanê bi teqînekê hate hedefgirtin. Di encamê de, 2 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn. 

Li gorî AFP`ê, Gernînendeyê Nivîsgeha Ragihandinê Riwan Murad ragihand ku dijminên Efganistanê cîgirê yekemîn ê serokê Efganistanê, Emrullah Salih hedef girt, lê ev êrişa terorî têk çû û rewşa Salih baş e.

Ji aliyekî din ve, pasevanekî Salih ku nexwest navê xwe were eşkerekirin ji AFP`ê diyar kir ku kesekî xwekuj karwanê Salih dema ji mala xwe derket û ber bi kar ve diçû, hedef girt.

oh