‘Trump dê îro hin hêzên Amerîkayê yên li Iraqê kêm bike’

Rayedarekî amerîkî da zanîn ku dê îro Trump hejmara hêzên Amerîkayê yên li Iraqê kêmtir  bike, di heman demê de têkildarî Efganistanê jî dê piştî çend rojan heman daxuyaniyê bide.

‘Trump dê îro hin hêzên Amerîkayê yên li Iraqê kêm bike’
9 îlon, 2020   09:00
NAVEND NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê daxuyand ku rayedarekî payebilind ê di rêveberiya Amerîkayê da zanîn ku serokê Amerîkayê Donald Trump dê îro vekişandina hin hêzên welatê xwe yên li Iraqê ragihîne.

Rayedar destnîşan kir ku piştî vê daxuyaniyê dê Amerîka kêmkirina hejmara hêzên xwe yên li Efganistanê jî di rojên pêş de ragihîne.

Li gorî Reutersê, ev biryar di demekê de hatiye ragihandin ku Trump bi bertekên raporekê ku tê de bi neyînî behsa kuştiyên şer ên Amerîkayê kiriye, rû bi rû maye.

rayedarê amerîkî ku navê xwe eşkere nekir di meha borî de gotibû tê payîn ku  Amerîka di mehên pêş de ji sêyan yek ji hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne.

Li Iraqê 5 hezar û 200 leşkerên Amerîkayê hene û Pentagonê ew ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê li wir bi cih kirine, li gel vê li Efganistanê jî derdora 8 hezar û 600 leşker hene.

 (eh)