​​​​​​​Ebru Gunay: Êrişên li dijî jinên Kurd ne şexsî ne, sîstematîk in

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay destnîşan kir ku dewleta Tirk êrişên berfireh li dijî Kurdistanê û destkeftiyên Kurdan dane destpêkirin û got bi taybetî di êrişên xwe de jinên Kurd û vîna wan dikin hedef.  

​​​​​​​Ebru Gunay: Êrişên li dijî jinên Kurd ne şexsî ne, sîstematîk in
9 îlon, 2020   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN –CÎHAN BİLGİN

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tecawizkar û kujer ji aliyê desthilatê ve têne parastin, bi destê dewleta Tirk şerekî taybet tê meşandin ku tundiya li dijî jinan ji xwe re wek rêbaz dibînin. Dijminiya dewleta Tirk a ji bo jinan tenê bi Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ve sînordar nîn e. Heman zîhniyeta xwe li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîna dagirkirî jî didomîne.  

Em bi berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay re, têkildarî polîtîkayên şîdeta li ser jinan a dewleta Tirk axivîn.

‘TUNDIYA LI SER JINAN JI XWE RE KIRINE RÊBAZEKE SIYASÎ’

Ebru Gunay diyar kir ku tundiya li ser jinan di rastiya xwe de pirsgirêkeke civakî ye û gelek sedemên wê hene, ji lew re jî hin sîstem li gorî karektera xwe li dijî vê pirsgirêkê tê dikoşin û li rêyên çareseriyê diğerin, hin sîstem jî rêbazên teşwîqkirina şîdetê didin ber xwe û palpiştiyê lê dikin.

Ebru destnîşan kir ku divê mirov bala xwe bide ser rêbazên wan ka çi qas rêbazên demokratîk in, çi qas li ser binemaya mafên mirovan û azadiya jinan in û wiha axivî: “Desthilatên faşîst hemû aliyên civakê digirin bin zilm û zordestiya xwe. Desthilatên wiha li dijî jinan polîtîkayên dijminane didin pêş. Li welatên demokratîk, karê dewletê ye ku jinan ji tundûtûjiyê biparêzin, rê li kiryarên tundûtûjiyê bigirin, kesên tundûtûjiyê dikin ceza bikin û zirarên mexdûr û qurbaniyan jî qerebû bikin, li wan vegerînin. Lê li Kurdistan û Tirkiyê dewlet, ne tenê zordestiyê li jinan dike, di heman wextî de dewlet bi xwe zilmê li jinan dike. Dewlet li dijî gelê Kurd bi siyaseteke dijminane radibe, bi awayekî topyekûn êrişê li welatê Kurdan û aboriya wan dike. Nexasim jî qurbaniyên herî mezin ên van êrişan jin in. Bi taybetî li beramberî jinên Kurd konsepta êrişkariyê pêk tînin. Tundiya mêran teşwîq dike, bi destê saziyên dewletê şîdetê li jinan dike. Li ruxmî wê li Kurdistanê jinên li dijî vê polîtîkaya dewletê rabin, destdirêjî lê dibe, şîdet û zilmê dibînin.”      

‘ÊRIŞ BIRÊXISTINKIRÎ NE’

Ebru daxuyand ku dewlet kesên li dijî jinan sûcan dikin, diparêze û bi bîr xist ku vê siyaseta xwe bi taybetî ji bo jinên Kurd bi kar tîne. Ebru Gunay wiha axivî: “Dayika Îpek Er a çawişê dewletê Mûsa Orhan dest avêtê û ji ber vê yekê xwe kuşt, der barê bûyerê de gotiye ‘Wî zilamî baweriya xwe bi dewletê û çeka li ber tenişta xwe anî’. Ev gotinên wê dayika dilşewat gelekî watedar in. Bi rastî jî dewlet û desthilat kesên sûc li dijî jinan dikin, diparêze. Bi taybetî kesên êrişî Kurdan dikin, dest dirêjî jinên Kurd dikin, ji aliyê dewletê ve têne parastin. Ev polîtîkaya dewletê ye û bi destê desthilatê tê meşandin. Bi cezanekirina sûcdaran ew têne parastin û sûcê wan tê rakirin. Lewra jî sûcên dijî jinên Kurd sûcên takekesî nîn in, kiryarên birêxistinkirî ne û di bin siya dewletê de têne kirin.”

Ebru di berdewama axaftina xwe de got: “Li gel vê tu dinêrî ji aliyekî din ve bayekî girtin û destgîrkirinê dijî jinên Kurd heye. Rayedarên dewletê, tim daxuyaniyên sûcdarkirina jinan didin. Heta wezîrê navxweyî Suleyman Soylu got li Kurdistanê ji her kesê bêhtir jin beşdarî mîtîng û protestoyan dibin, bi vê daxuyaniya xwe jin kirin hedef. Piştî van daxuyaniyan rayedarên dewletê hemû kirinên neçê li dijî jinan rewa dibînin. Ne tesaduf e ku ew qasî zilm û sûcên taciz û destavêtinê zêde bûne. Çimkî hinekan hedef nîşan dan. Çawiş Mûsa Orhan gotiye ‘Min tim kir, ez ê dîsa bikim, tu tiştek bi min nayê’ û pê re ji zindanê hate berdan. Ev tev delîlên wê zîhniyetê ne. Li devereke kesên xwedî vê fikra genî çek di ber teniştê re ‘karê ewlehiyê’ bikin gelo jin dê çi qas xwe ewle hîs bikin?”

 ‘DAGIRKER BEDENA JINAN JÎ WEK QADA DAGIRKERIYÊ DIBÎNIN’

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê êrişên hovane dijî jinan pêk tînin. Ebru, bêdengî û xemsariya raya giştî ya navneteweyî ya ji b ovan êrişan wek “şermezarî” bi nav kir û wiha got: “Gelek caran di çapemeniyê de tê dîtin, jinên Efrînî rastî êrişên hovane yên çeteyan tên, ev êriş ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê ne kêmtir in. Heman sûc û tawan li Girê Spî û Serêkaniyê bi destê komên girêdayî dewleta Tirk ve têne kirin. Tê zanîn ku li Efrînê bi sedan jin hatine revandin û heta niha bêseroşûn in. Balkêş e, eynî wekî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li van deverên dagirkirî jî hedefa êrişan jin û zarok in. Derketina derve li jinan tê qedexekirin û ew mehkûmî çarşefa reş têne kirin. Çete bi darê zorê zarokan didin zewicandin. Li hemberî van pêkanînan raya giştî ya navneteweyî xwe ker û lal kiriye. Komên dagirker, çawa ku erd û bajaran dagir dikin, heman wextê ew ji mafê xwe dibînin ku bedena jinan jî wisa dagir bikin. Sedema êrişan ev bîreweriya genî ye. Dijminiya li dijî erdnîgarî û gelê wê, wek dijminiya li dijî jinan xwe nîşan dide. Şermeke mezin e ku hêzên navneteweyî xwe li dijî pêkanînên hovane yên li Efrîn û deverên din ên dagirkirî xwe bê deng kiriye.”    

 ‘XWEDÎDERKETINA LI PEYMANA STENBOLÊ’

Ebru, bal kişand ser ku desthilateke dijminê jinan helbet dê dijminê hemû destkefiyên jinan be jî û hedefgirtina desthilata AKP-MHP’ê ya li Peymana Stenbolê bi bîr xist û bi van gotinan behsa mijarê kir: “Peymana Stenbolê, jinan li dijî tundiyê diparêze, mafên jinan digire bin mîsogeriyê. Peymana Stenbolê ji bo jinan stargeh û qanûna parastinê ye, tekeziyê li girtina sûcdaran dike. Yanî ji bo jinan wek rext û zirx e. Bicihanîna rêgezên vê peymanê her dem di rojevê de bû. Jixwe desthilata Tirkiyê, pêdiviyên vê peymanê nayne cih. Şûna wê jinavbirina vê peymanê ji xwe re kiriye armanc. Desthilat bi hedefgirtina vê peymanê ji me hemûyan re dibêje, ‘ez ê çavên xwe li sûcên dijî jinan bigirim’. Em ê rê nedin ku Peymana Stenbolê bê betalkirin. Ev peyman mîsogerî û destkeftiya hemû jinan e, wek tevgerên jinan, sazî û dam û dezgehên jinan em ê bêhtir xwedî li vê peymanê derkevin.”      

 ‘EV SIYASETA KAMBAX BI SER NAKEVE’

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay got heta ku desthilat di vê polîtîkaya xwe de pêdagir û israr bike, Tirkiye ji warê aborî bigire heta siyasete, ji şêwaza rêvebirinê bigire heta têkiliyên civakî gelek pirsgirêkên wê hene, ev pirsgirêk mezintir dibin û wiha got: “Polîtîkaya desthilatê ya gurkirina rageşiyê, pîjkirina dijberkirin, lihevxistin, berîhevdan û şer, ji bilî aloziya rêvebirinê, krîza aborî tu tiştekî din ji Tirkiyê re nayne. Israrkirina di vê polîtîkayê de bi gelên Tirkiyê nade qezenckirin, dide windakirin.”    

ANHA