Hevrêyên Dozdar Hemo: Bi sekin û têkoşîna xwe pêşengtiya jiyana azad kir

Hevrêyên têkoşer Dozdar Hemo yên li bajarê Kobanê diyar kirin ku dema ku şehîd Dozdar di destpêka 2015`an de li Kobanê bû ew bi sekin, têkoşîn û hêza xwe ya pêşengtiya jiyana azad, bi awayekî xurt beşdarî avakirina civakê di hemû aliyan de bû.

Hevrêyên Dozdar Hemo: Bi sekin û têkoşîna xwe pêşengtiya jiyana azad kir
9 îlon, 2020   02:23
KOBANÊ- DICLE EHMED

Beriya çend rojan Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê ragihand ku têkoşer Ebdulrehman Hemo (Dozdar Hemo) ku sala 1969`an li Efrînê ji dayik bûye, bi êrişeke asîmanî ya balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di Mijdara 2019`an de şehîd bûye.

Dozdar Hemo yek ji kesayetan e ku piştî şerê Kobanê yê dawiya 2014`an û destpêka 2015`an beşdarî jinûve avakirina bajarê Kobanê bû. Hevalên têkoşer Dozdar ku ANHA`yê nêrînên wan girt, Dozdar wekî pêşengê rêya azadiyê bi nav kirin.

Endama Meclisa Rêveber a Partiya Yekitiya Demokartîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen dibêje: "Em sersaxiyê ji xwe, malbata şehîd Dozdar û hemû gelê Rojava re dixwazin. Şehîd Dozdar bi têkoşîna xwe ji me re bû pêşengê rêya azadiyê."

Bêrîvanê wiha domand: "Şehîd Dozdar jiyana xwe kir oxira xizmeta Rojava bi giştî û bajarê Kobanê bi taybetî. Her wiha bi sekin, têkoşîn û hêza xwe ya birêvebirina rêwîtiya jiyana azad, roleke girîng di avakirina civakê ji hemû aliyan ve lîst."

RAMAN Û ZANISTEKE BILIND

Bêrîvan Hesen dibêje ku bajarê Kobanê di 2014-2015`an de ji ber êrişa çeteyên DAIŞ`ê di qonaxeke rûxandinê de bû. Ji ber ku binesaziya bajêr hatibû rûxandin û zirar gihîştibû aliyê fikrî û derûnî yê gel.

Bêrîvanê wiha domand: "Erka ku şehîd Dozdar rakiriye, ne hêsan bû. Têkoşer Dozdar tevî şêniyên bajêr, Kobanê ji nû ve ji hemû aliyan ve ava kir. Wî bi kesayeta xwe ya şoreşger û fermandar mohra xwe li berxwedana Kobanê xist. Baweriya wî bi belavkirina fikrên netewa demokratîk di nava gelên herêmê de, xurt bû. Ji bo wê yekê jî bi vîneke mezin kar kir."

Bêrîvan daxuyand ku girêdana têkoşer Dozdar bi gel û axa Kobanê re girêdaneke mezin bû û got: "Bi hev re rêveberî ava kirin û serkeftineke mezin pêk anîn. Ew xwedî raman û zanisteke bilind bû. Dixwest ku piştgiriya manewî û fikrî bide bajarê berxwedanê. Ji nû ve Rêveberiya Xweser damizrand û endamên Koordînasyona Jinûveavakirina Kobanê bû."

TÊKOŞERÊ FEDEKAR, DILNIZIM Û JÊHATÎ

Yek ji rêhevalên têkoşer Dozdar Hemo, Mihemed Terbûş ku niha endamê rêveberiya Bendava Tişrînê ya li başûrê bajarê Kobanê ye, da zanîn ku têkoşer Dozdar xwedî kelecan û moralekî bilind bû û got:  “Ew têkoşerekî fedakar bû. Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê di 2015`an de min ew nas kir û me bi hev re di Koodînasyona Jinûveavakirina Kobanê de, kar kir."

Terbûş wiha lê zêde kir: "Hêzeke wî ya fikrî ya mezin hebû. Teslîmbûn qebûl nedikir û hewl dida ku bi derfetên kêm be jî, kar bike û bi ser bikeve. Îsrar û vîna wî ya di xebatê de hişt ku şêniyên Kobanê jê hez bikin. Ew çavkaniya moralê bû."

Her wiha piştast kir ku têkoşer Dozdar roleke girîng di avakirina binesaziya Kobanê de lîst û ew kesayeteke rewşenbîr û zana bû ku li ser nirxên civakî mezin bûbûn.

Mihemed Terbûş diyar kir ku rêhevalê wî di demên zehmet ên piştî rizgarkirina Kobanê de, bi beşdarbûna xebatên civakî û propagandaya dîplomatîk rolên girîng lîst û serkeftinên mezin bi dest xist.

Terbûş wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hevrê Dozdar kedeke mezin ji bo pêşxistina fikrê damizrandinê da. Ew bi dilnizmî, ked, zanabûn û ruhê xwe yê hevaltiyê hate nasîn û hezkirin û rêzgirtina her kesî qezenc kiribû."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hXrl-FzT2kk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>