Beşdarên komxebatê: Armanc hişyarkirina civakê ye

Beşdarên komxebata derbarê şerê taybet ya ku li Kobanê hat lidarxistin de gotin, armanca komxebatê hişyarkirina civakî ye, nîqaşkirina rewşa ku civak tê re derbas dibe, her wiha şandina pêşniyar û encamên nîqaşê ji aliyên têkildar re da ku ser bisekinin.

Beşdarên komxebatê: Armanc hişyarkirina civakê ye
Beşdarên komxebatê: Armanc hişyarkirina civakê ye
Beşdarên komxebatê: Armanc hişyarkirina civakê ye
Beşdarên komxebatê: Armanc hişyarkirina civakê ye
9 îlon, 2020   01:16
KOBANÊ – NÎHAD KERIO – SAMIR OSMAN

Li gel ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya belavkirina ajanên xwe şerê taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne da ku destkeftiyên gelên herêmê têk bibe, li bajarê Kobanê rojên În û Şemiyê komxebateke girêdayî şerê taybet û alavên wê hate lidarxistin. Bi dehan hiqûqnas, siyasetmedar, rewşenbîr, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl beşdarî komxebatê bibûn. Di komxebatê de bandora şerê taybet û çawaniya peydakirina çareseriyan li hemberî vê hatin nîqaşkirin.

Têkildarî armanca komxebatê û girîngiya wê, endamê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê û ji beşdarên komxebatê Adil Yûsif ji ANHA'yê re axivî û got: "Armanca lidarxistina vê komxebatê rêgirtin li ber dijmin û dûrxistina wê ji jin û ciwanên herêmê ye da wan wan bi rêya torên xwe yên taybet bi kar neyînin. Ji ber ku ciwanên me giyanê şoreşa me ye ya ku bi rêya wan bi serket."

Adil Yûsif destnîşan kir "Di komxebatê de em gihaştin vê yekê ku, heke rêveberiyê xwest li hemberî planên dijmin bisekine divê gelek gavan bavêje, yek perwerdekirina civakê ye, peydakirina pisporên dirûnî û kontrolkirina metreyalên xwedinê û mijûlbûna bi çîna ciwanan e."

Çalakvanê mirovî û qisekerê semînerê Idrîs Nesan diyar kir ku komxebat bi semîneran dewlemend bû, tê de şerê tayet û alavên wê hatin nîqaşkirin, her wiha rewşa jin, ciwan, rola saziyan Rêveberiya Xweser û çawaniya pêşxistina wan hatin nîqaşkirin.

Nesan, got ku divê rêveberî kêmasiyên saziyan bibînin da ku di pêşerojê de dubare nebin û hêvî kir ku kesên guncaw di saziyên guncaw de werin erkdarkirin da ku xebatên saziyan bi pêş kevin.

Endamê Komîteya Amadekar a Komxebata Şerê Taybet Ziyad Îbrahîm bal kişand ser armancên komxebatê û got: "Armanca me ji vê komxebatê hişyarkirina civakê ye. Beşdaran rewşa heyî ya civaka me bi rengekî şaristanî nîqaş kirin. Me pêşniyar kom kirin da ku ji aliyê têkildar re bişînin ji bo ku li ser bisekinin."

Ziyad Îbrahîm got: "Hemû tiştên ku di vê komxebatê de hatin parvekirin wê guhdarîkirî be. Dê aliyên têkildar li ser pêşniyarên di komxebatê de hatine girtin, li ser erdê pêk bînin da ku têkiliyên xurt di navbera rêveberî û gel de were encam bide. Di demên bê de dê li herêmên me li navendên saziyên Rêveberiya Xweser semîner werin dayîn."

Ziyad Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de hêvî ji Rêveberiya Xweser kir ku daxwazên gel guhdar bikin û bi cih bînin, li ser giliyên wan bisekinin û pêşniyarên komxebatê bi cih bînin.

ANHA

<iframe width="676" height="360" src="https://www.youtube.com/embed/mJCc8civurw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>