​​​​​​​"Tirkiye bi rêya ciwanan hewl dide dijminên nû ji şêniyên herêmê re çêbike"

Endamên jin ên Tevgera Ciwanên Şoreşger destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker ciwanên herêmê ji bo pêkanîna armancên xwe û tunekirina destkeftiyên şoreşê, bi kar tîne. Her wiha bang li ciwanan kirin ku bi pey siyaseta Tiriyê û derxistin fitne û gendeliyê li herêmê, nekevin.

​​​​​​​"Tirkiye bi rêya ciwanan hewl dide dijminên nû ji şêniyên herêmê re çêbike"
9 îlon, 2020   00:23
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Vê dawiyê Hêzên Ewlekariyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan ciwanên herêmê ku ji bo xizmeta îstixbarata Tirkiyê (MÎT) kar dikin, girtin.

Hate eşkerekirin ku ajanên girêdayî dewleta Tirk a dagirker wêneyên nuqteyên leşkerî û saziyên sivîl û raporên girêdayî endamên saziyan, ji îstixbarta Tirkiyê re dişînin. Li hemberî wê yekê ew miqareke pere ku li gorî erkên pê radibin diyar dibe, distînin.

Dagirkeriya Tirk bi rêya bikaranîna ciwanan hewl dide fitne û gendeliyê li herêmê dexîne û kesayetên welatparêz û netewî ku daxwazên gelê herêmê û armacên şoreşê pêk tînin, hedef digire.

Girêdayî mijarê, ajansa nûçeyan a Hawarê nêrînên endamên jin ên Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Temir a kantona Hesekê girt.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Temirê Semer Ebdulbaqî daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Şoreşa Rojava ve ciwanan hedef digire û hewl dide wan ji bo têkbirina şoreşa gelên herêmê bi kar bîne.

Semer wiha diyar kir: "Dewleta dagirker ciwanên herêmê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Wan bi pere û madeyên hişbiriyê dixapîne, carna jî bi awayekî yekser gefan li wan dixwe."

Semer destnîşan kir ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker li dijî ciwanên herêmê dimeşîne, kûr e û ciwanan li dijî malbat, gel û xaka wan bi kar tîne.

CIWANÊN HERÊMÊ WEKÎ AMÛR TÊN BIKARANÎN Û BI PEREYAN TÊN XAPANDIN

Semer Ebdulbaqî îşaret bi wê yekê kir ku ciwanên ajantiyê ji îstixbarata Tirkiyê re dikin, Tirkiyê wan wekî amûran bi kar tîne da ku pê aramiya herêmê têk bibe û got: "Wekî topbarana ku di 23`ê Hezîrana îsal de li dijî maleke gundê Helicê yê Kobanê pêk anîne, ku tê de 3 jin şehîd bûbûn."

Her wiha piştrast kir ku kesên nuqteyên leşkerî û saziyên sivîl dikişînin û wan wêneyan ji MÎT`a Tirk re dişînin, bi awayekî yekser agahiyan ji malbat, xizim û şêniyên herêmê digirin û destkeftiyên ku gelên herêmê bi şoreşa xwe bi dest xistine, têk dibin.

DIVÊ CIWAN BI PEY SIYASET Û PLANÊN TIRKIYÊ NEKEVIN

Semer di dawiya axaftina xwe de bang li Tevgera Ciwanên Şoreşger li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî siyasetên Tirkiyê li herêmê bisekinin û ciwanan hişyar bikin da ku bi pey van siyasetan nekevin û alîkariya rûxandin û tunekirina destkeftiyên li herêmê, nekin.

HER KESÊ ALÎKARIYA DAGIRKERIYA TIRK DIKE, DIJMINÊ ŞÊNIYÊN HERÊMÊ YE

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Rama Îbrahîm jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya bikaranîna ciwanên herêmê hewl dide dijminên nû yên ji şêniyên herêmê bi xwe, çêbike û destkeftiyên Şoreşa Rojava tune bike.

Rama destnîşan kir ku kesên bi rêbazên cuda alîkariya dewleta Tirk dikin, dijminên herêmê û şêniyên herêmê ne ji ber ku ji bo pereyan diminahiya şêniyên herêma xwe dikin.

Rama bang li hemû ciwanan kir ku ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava, yek dest bin û bi pey fikrên dijminahiya şêniyên herêmê nekevin.

(cx)

ANHA