Kongreya Star ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk meşek li dar xist

Kongreya Star li bajarê Qamişloyê meşek ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û sînordarkirina dagirkeriyê li dar xist.

Kongreya Star ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk meşek li dar xist
Kongreya Star ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk meşek li dar xist
Kongreya Star ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk meşek li dar xist
Kongreya Star ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk meşek li dar xist
Kongreya Star ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk meşek li dar xist
8 îlon, 2020   12:59
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê gur kirin, her wiha di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da. Lê li gel wê jî hikumetên herêma Kurdistan û Iraqê bê deng in û tu helwesteke cidî nîşan neda. Ji aliyekî din ve jî tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan bi zêdekirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, girantir bû.

Ji bo şermezarkirina van siyasetan, bi sedan şêniyên Qamişloyê, endamên saziyan û rûspiyên eşîran xwepêşandek li dar xist û tê de banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk kir.

Şênî li Çerxerêya Rojhilat a bajêr kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Em xwediyê vê axê ne", "Erdogan dagirker e û divê bê darizandin", "Bi berxwedana Zîlan û Avestayan em ê dagirkeriyê têk bibin" û "Na ji bêdengiya navneteweyî re li hember sûcên dewleta Tirk a faşîst li dijî qirkirina gelê Kurd" hildan.

Meş ji Çerxerêya Rojhilat ve dest pê kir û li kolanên sereke geriya û di dawiyê de mîtîngek li dar ket.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveber a Kongreya Star Remziye Mihemed axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên giran li dijî Heftanînê şermezar kirin, her wiha piştrast kir ku dê xeta têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna serkeftin bidomînin.

Remziye Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide gelê Kurd ji hev bike û bal kişand ser ku di metoda neteweya demokratîk û pêkanîna siyaset û fikra rêber Abdullah Ocalan de berdewam in.

 (fr)

ANHA