​​​​​​​Leşkerên Tirk li Başûr welatî gulebaran kirin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule berdan welatiyên herêma Çiyadol, gundên Xelîfan û Sîran ên Başûrê Kurdistanê.

​​​​​​​Leşkerên Tirk li Başûr welatî gulebaran kirin
8 îlon, 2020   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, leşkerên dewleta Tirk a dagirker, danê sibehê gule berdan welatiyên herêma Çiyadol, gundên Xelîfan û Sîranê yên Başûrê Kurdistanê.

Ji berbanga sibehê ve jî balafirên keşfê li ser herêmê digerin.

Ji ber êrişên leşkerên Tirk metirsiya welatiyên herêmê zêde bûye.