Şêniyên Til Hemîsê bang li gelê Sûriyê kir: Li hemberî dewleta Tirk bibin yek

Şêniyên navçeya Til Hemîsê bang li gelê Sûrî kir ku bibin yek û li hemberî  êrişên dewleta Tirk bisekinin.

Şêniyên Til Hemîsê bang li gelê Sûriyê kir: Li hemberî dewleta Tirk bibin yek
Şêniyên Til Hemîsê bang li gelê Sûriyê kir: Li hemberî dewleta Tirk bibin yek
Şêniyên Til Hemîsê bang li gelê Sûriyê kir: Li hemberî dewleta Tirk bibin yek
Şêniyên Til Hemîsê bang li gelê Sûriyê kir: Li hemberî dewleta Tirk bibin yek
8 îlon, 2020   13:05
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Til Hemîsê li hember êrişên dewleta Tirk ên bênavber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin, nerazîbûnên xwe nîşan dan û teqez kir ku armanca van êrişan ew e ku di nava gelê herêmê de tirsê belav bikin, tevliheviyê derxin û hevgirtina nîştimanî ji hev bixin da ku gelê Sûriyê kiryarên wan ên li herêmên dagirkirî, der heqê şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de pêk tînin, paşguh bikin.  

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê û endamên Rêveberiya Xweser ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberkirina şêniyan meşek li dar xist û bang li tevahî gelê Sûriyê kir ku li dijî dagirkeriyê bibin yek.

Şêniyên ku tev li meşê bûne, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Kongreya Star û pankartên "Na ji dagirkeriya Osmanî ya nû li Iraq, Lîbya û Sûriyê re", "Em ji axa xwe û azadiya xwe paşde venagerin", "Bi yekitiya xwe em ê planên li dijî gelê me têk bibin" û "Na ji terorîst Erdogan re" bilind kirin.

Li Çerxerêya Şehîdan a navçeyê meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de nûnerê êla El-Amûd a qebîleya Şemer û hevserokê meclisa bajarokê Ekaz Ehmed Şetî axivîn û banga yekitiyê û sekinandina li dijî dagirkeriya Tirk li gel kir.

Ehmed Şetî got Rêveberiya Xweser banga yekitiya axa Sûriyê, azadî û jiyana hevbeş dike û wiha dewam kir: "Ger em ne azad bin û em ne yek bin, em nikarin terorê û Erdogan li welatê xwe têk bibin."

Her wiha endama Rêveber a Kongra Star Neyîre El-Hemko destnîşan kir ku divê ew li hember planên dewleta Tirk ên ku bi rêya şerê taybet  tevliheviyan di nava gelê herêmê de derdixin, baldar bin.

Neyîre El-Hemko wiha berdewam kir:  Me bi îradeya xwe jiyan ava kir, bi berxwedanê dîrok ava kir û bi israra xwe jî me hişt ku tevahî cîhan nas bike ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kî ne."

oh))

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/anziPH4wfZo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>