SOHR: Dewleta Tirk mûçeyên çeteyên ji Sûriyê yên li Lîbyayê kêm kirin

SOHR’ê ragihand ku dewleta Tirk mûçeya çeteyên ji Sûriyê ku li Lîbyayê ne, ku berê 2 hezar dolar distandin, daxist 600 dolarî.

SOHR: Dewleta Tirk mûçeyên çeteyên ji Sûriyê yên li Lîbyayê kêm kirin
8 îlon, 2020   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku hikumeta Tirk bi awayekî zanebûn mûçeya çeteyên ji Sûriyê ku dixwazin li Lîbyayê bimînin, kêm kiriye.

Li gorî SOHR`ê van çeteyan berê her yekî mehane 2 hezar dolarên amerîkî werdigirt, lê belê dewleta Tirk daxistiye 600 dolarî.

(oh)