Kampa Serêkaniyê dest bi pêşwazîkirina beşa yekemîn a malbatên koçberan kir

Beşa yekemîn a malbatên koçberên ji Serêkaniyê ku li Hesekê bi cih bûbûn, derbasî kampa Serêkaniyê ya li rojhilatî bajêr bû.

Kampa Serêkaniyê dest bi pêşwazîkirina beşa yekemîn a malbatên koçberan kir
Kampa Serêkaniyê dest bi pêşwazîkirina beşa yekemîn a malbatên koçberan kir
Kampa Serêkaniyê dest bi pêşwazîkirina beşa yekemîn a malbatên koçberan kir
Kampa Serêkaniyê dest bi pêşwazîkirina beşa yekemîn a malbatên koçberan kir
Kampa Serêkaniyê dest bi pêşwazîkirina beşa yekemîn a malbatên koçberan kir
Kampa Serêkaniyê dest bi pêşwazîkirina beşa yekemîn a malbatên koçberan kir
Kampa Serêkaniyê dest bi pêşwazîkirina beşa yekemîn a malbatên koçberan kir
8 îlon, 2020   11:51
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM-HENAR ÎBRAHÎM

Piştî bidawîkirina avakirina kampê di 15’ê Tebaxa borî de ji hêla Rêveberiya Xweser ve, rêveberiya kampa Serêkaniyê bi hevkariya Meclisa Kantona Hesekê bi awayekî fermî di 16’ê heman mehê de kamp vekir.

Tê payîn koçberên li dibistanên Hesekê di 20’ê Tebaxa borî de bi cih bûne, bên veguhastin da ku dibistanan ji bo perwerdeyê amade bikin. Lê belê ev yek bi sedema berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê û ragihandina qedexeya derketina derve re dereng ma.

Ji bo pêkanîna biryara veguhastinê, îro beşa yekemîn (70 malbat) ji malbatên koçber gihaşt kampa nû ya Serêkaniyê. Armanc ji valakirina dibistanan ew e ku xebata perwerdeyê baş pêk were.

Di kampê de detayên tevahî malbatan hatin qeydkirin, ji her malbatekê re konek, li rex wê odeyeke çêkirî ku tê de xwaringeh, serşok û destav hene.

Rûbera kampê 600 donim e, tê de 2 hezar û 660 kon hene. Kon bi tevahî xizmetguzariyên ji av, kehrebe, zemîna çîmento amadekirî ne. Dê kon li gorî endamên malbatê bên parvekirin.

Koçberekî ku derbasî kampa nû dibe, Abdullah Ehmed wiha got: "Kamp ji aliyê xizmetguzariyê ve ji dibistanan baştir e, ji lew re em hatin. Di dibistanan de koçber pir bûn, ji lew re birin kampê da ku bandorê li xebata perwerdê ya bajarê Hesekê neke."

Abdullah Ehmed spasiya Rêveberiya Xweser kir û peymanek ji koçberên di dibistanan de şand û got: "Divê tevahî berê xwe bidin kampa Serêkaniyê, ji ber ku tevahî xizmetguzarî lê heye."

Hevserokê rêveberiya kampa Serêkaniyê Salih Himêdî jî got: "Xebata veguhastina koçberan ji dibistanan li kampa Serêkaniyê li gorî qanûnên tenduristiyê yên navneteweyî pêk hat. Rêveberiya Xweser tevahî rêbazên xizmetguzariyê ji koçberan re ji av, kehrebe û hwd dabîn kirin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WHc9RRxr5VU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>