Li Dêrazorê 4 zarok di çemê Firatê de xeniqîn

Tîma Parastina Sivîl a Meclisa Sivîl a Dêrazorê cenazeyên 3 keçikên biçûk ku duh li bajarokê Busêra yê Dêrazorê noqî çemê Firatê bûbûn, derxistin. Hê jî lêgerîna zaroka din berdewam e.

Li Dêrazorê 4 zarok di çemê Firatê de xeniqîn
8 îlon, 2020   11:07
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên destpêkê ji herêmê, 4 zarokên biçûk ên ji bajarokê Busêra ku 3 jê xwişkên hev in, dema li ber çemê Firatê dilîst, noqî avê bûn. Temenê wan jî di navbera 7 û 11 saliyê de ye.

Tîma noqvanan a girêdayî Parastina Sivîl a Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi lêgerîna cenazeyan kir.

Tîmê da zanîn ku wan 3 cenazeyên keçikên xwişkên hev in, derxistine û xebata lêgerîna cenazeyê dîtir ku keça apê wan e, berdewam e.

Navên her sê xwişkan wiha ne: Hena Hisên Nesra, Ebîr Hisên Nesra û Ruqeya Hisên Nesra. Navê zaroka dîtir nehate zanîn.

(fr)

ANHA