Li Besrayê 2 kes hatin kuştin

Çavkaniyeke ewlekariyê ya Iraqê da zanîn ku îro li herêma El-Qube ya parêzgeha Besrayê di encama gulebaranekê de 2 kes hatine kuştin.

Li Besrayê 2 kes hatin kuştin
8 îlon, 2020   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekê ji ajansa Sumeriye News re ragihand ku îro danê sibehê hinek çekdarên nenas li herêma El-Qube ya parêzgeha Besrayê 2 kes gulebaran kirin.

Heman çavkaniya ku nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku hêzên ewlekariyê cihê bûyerê dorpêç kir û ji bo sedema qewimîna bûyerê lêpirsîn vekirin. Her wiha ambulansan jî her du cenaze rakirin Daîreya  Tenduristiyê.

)oh)