Koalîsyona Erebî balafireke bêpîlot a Hûsiyan rûxand

Koalîsyona Erebî ya ji bo Yemenê ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, îro balafireke bêpîlot ya ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi Siûdiyê ve hatibû şandin, rûxand.

Koalîsyona Erebî balafireke bêpîlot a Hûsiyan rûxand
8 îlon, 2020   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Sûidiye Was, berdevkê fermî yê hêzên koalîsyonê Tirkî Malîkî got: "Hêzên koalîsyonê balafireke bêpîlot a bombebarkirî ku komên Hûsiyan bi awayekî zanebûn ku dixwest pê sivîlan li herêma başûr hedef bigirin, rûxand.”

Her wiha berdevkê leşkerî yê Hûsiyan li Yemenê Yehya Serî destnîşan kir ku wan balafirgeha Ebhe ya navneteweyî li Erebistana Siûdî bi gelek balafirên bêpîlot kiriye hedef.

(oh)