Pisporekî derûnî: Pirsgirêkên civakî dibin sedema xwekuştinê

Pisporê derûnî Bengîn Abdullah piştrast kir ku pirsgirêkên civakî sedemeke sereke ya xwekuştinê ye. Her wiha ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan û bidawîkirina diyardeya xwekuştinê, tekezî bi girîngiya belavkirina çanda tenduristiya derûnî û têgihîştina civakê kir.

Pisporekî derûnî: Pirsgirêkên civakî dibin sedema xwekuştinê
7 îlon, 2020   07:01
KOBANÊ

Ji destpêka îsal ve, li bajarê Kobanê gelek bûyerên kuştin û xwekuştina jinan bi rêjeyeke ku berê pêk nehatiye, rû dan.

Li gorî daneyên Desteya Jinan a girêdayî Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, ji destpêka îsal ve 11 hewldanên xwekuştinê, 2 bûyerên xwekuştinê, 2 bûyerên kuştinê û 3 rewşên biguman ên di navbera kuştin û xwekuştinê de, hatin belgekirin. Hemû qurbaniyên wan bûyeran jin in.

Her wiha gelek rewşên berdanê hatin tespîtkirin. Pisporê derûnî yê ji bajarê Kobanê Bangîn Abdullah sedema wê yekê vegerand pirsgirêkên civakî.

Abdullah ji ANHA`yê re wiha diyar kir: "Civak ji komeke kesan pêk tê, ku çandeke diyar bi hev re parve dikin. Dema ku kesek rastî pirsgirêk û zextên civakî tê û nikare kesekî bi sûd be di civaka xwe de, bandoreke neyînî li derdora xwe dike. Bi vê yekê civak digihîne rewşeke xemsariyê, paşguhkirin, windakirin û nakokiyan û ji ber ku parastina urf û adetên xwe dike, pêşketinên li cîhanê çêdibin qebûl nake."

Abdullah daxuyand ku şer bandorke mezin li civakê kir û malbat ji hev xistin. Di hin malbatan de, dayik an bav jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ji ber şer gelek malbat di rewşeke aborî ya zehmet de ne.

Pisporê derûnî piştrast dike ku pirsgirêkên malbatî bandoreke nerênî li zarokan dikin. Derûnnas Abdulla wiha got: “Ev derûnî dihêle ku zarok bi awayekî dijminane tevger bikin û nîşaneyên derûnî wekî tirs, stres û xemgînî li wan xuya dikin. Dibe ku ev yek sedemeke sereke ya bûyerên xwekuştinê be."

Abdullah wiha behsa sedemên xwekuştinê dike: "Zewicandina di temenê biçûk de, tundiya malbatî, tundiya fîzîkî, berdan, xizantî, koçberî, tundiya li dijî pirrengiya civakî, cudahî û paşgukirin sedemên sereke yên xwekuştin û kuştinê ne, ku di demên dawîn de em van bûyeran di civaka xwe  de dibînin."

Bengîn Abdullah destnîşan kir ku ev pirsgirêk bi gelek rêbazan çareser dibin, ji wan; beşdarbûna hemû saziyan, peydakirina derfetên kar, avakirina bernameyên têgihîştin û zanakirinê, amadekirina bernameyên perwerdeyê nexasim li ser malperên tevna civakî û dezgehên çapemeniyê yên bi taybetî ji bo ciwanan û bi giştî ji bo dayik û bavan, da ku astengiyan derbas bikin, li hemberî zextan bisekinin û piştgiriya derûnî û civakî bidin zarokên xwe.

Bengîn Abdullah di dawiya axaftina xwe de got: "Divê çanda tenduristiya derûnî di civaka me de belav bibe. Ji ber ku çareserkirina beşeke mezin ji zextên derûnî, bi tenduristiya derûnî pêkan e. Beşeke mezin a civaka me heye, vê yekê wek şerm dibîne. Ev jî pirsgirêkeke mezin e."

cx

ANHA