Ehmed Şêxo: Tirkiye hewl dide bi avakirina torên sîxuran şoreşê têk bibe

Hevserokê Meclisa PYD`ê ya Herêma Firatê Ehmed Şêxo got: "Siyaseta Tirkiyê tunekirina şoreşên dijberî wê ji hundir ve, armanc dike. Ev siyaseteke kevn e ku hewl dide bi rêya avakirina torên sîxuran li herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê, pêk bîne."

Ehmed Şêxo: Tirkiye hewl dide bi avakirina torên sîxuran şoreşê têk bibe
7 îlon, 2020   01:27
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên dijminane hewl dide destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike. Piştî ku di şandina çeteyên DAIŞ`ê ji bo herêmê têk çû, niha bi artêşa xwe destwerdanê li şerê Sûriyê dike û hewl dide bingehên îstixbaratê ava bike da ku civakê ji hundir ve hilweşîne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek ajanên ku ji bo berjewendiya Tirkiyê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, girtin. Hinekan ji wan agahî û cihên ewlekariyê parve dikir, hinekan jî fitne û nûçeyên derew di nava gel de belav dikir.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Şêxo agahî dan. Şêxo bal kişand ser armancên nepen ên dewleta Tirk û weha got: "Armanca dagirkeriya Tirk tunekirina destkeftiyên gelan û têkbirina şoreşan ji hundir ve ye. Ji serdema dewleta Osmanî ve, ev siyaseta dewleta Tirk a dagirker tê zanîn."

Şêxo wiha domand: "Heke em vegerin dîroka dewleta Osmanî, bi taybetî li şîrovekirina wan a şoreşên Kurdî binêrin, em ê bibînin ku heman siyaset nehatiye guhertin. Ew jî avakirina ajandeyan di hundirê şoreşên dibjerî siyaseta Osmaniyan e. Tirkiyê îro hewl dide vê siyaseta xwe vegerîne û piştî ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ`ê têk birin û destkeftî bi dest xistin, hewl dide van destkeftiyan tune bike."

Şêxo da zanîn ku armanc têkbirina vîn û morala gel e û weha got: “Bi vê re bi rêya belavkirina nûçeyên derew belavkirina bêbaweriyê di nava gel û rêveberiyê de û derxistina fitneyê. Xuya ye ku dixwaze civakê tune bike û ji hev bixe."

Li ser rola gel a li hemberî vê siyasetê Şêxo got: "Divê em bi rêya çavdêriya zarokên xwe, civaka xwe biparêzin. Dagirker dixwazin ciwanan bixapînin. Lewra, divê em wan zana bikin û şoreşê bi wan bidin nasîn."

Şêxo wiha lê zêde kir: "Rewşa ajantî û sîxurtiyê, li dijî nirxên civakî û exlaqî ye. Divê nirxên me yên civakî rê nedin me ku karên bi vî rengî bikin."

Şêxo her wiha tekez kir ku divê hesab ji kesên li derveyî nirxên civakî bê xwestin û çavdêriya wan bê kirin. Divê rê nedin wan ku civakê derb bike. Ji ber ku tiştê rû dide, tenê zirarê nade kesan, lê belê zirarê dide tevahî civakê.

Ehmed Şêxo bang li şêniyan û bi tabyetî bav û dayikan kir ku zarokên xwe bişopînin û piştgiriyê bidin wan. Her wiha got: "Divê bi pey planên Tirkiyê yên sîxurkirinê nekevin, ji ber ku xeta îxanetê ye û bi rêya wê Tirkiye hewl dide şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derb bike."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R58P-bYrgqg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>