Piştperdeya serdana şandeya Rûs bo Şamê

Tê çaverêkirin ku di du rojên pêşiya me de şandeyeke Rûsyayê ya payebilind serdana paytexta Sûriyê Şamê bike. Rayedarekî ev yek bi serdaneke "girîng" bi nav kir. Gelek nîşane îşaretê bi guhertineke mezin di aloziya Sûriyê de dikin. Gelo dê şandeya Rûsyayê li Şamê çi nîqaş bike û ji vê serdanê çi pêşbînî hene?

Piştperdeya serdana şandeya Rûs bo Şamê
Piştperdeya serdana şandeya Rûs bo Şamê
Piştperdeya serdana şandeya Rûs bo Şamê
Piştperdeya serdana şandeya Rûs bo Şamê
6 îlon, 2020   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB- GÎVARA ŞÊX NÛR

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku şandeyeke Rûsyayê ya leşkerî, siyasî û aborî dê di çend rojên pêş de serdana Şamê bike. Di şandeyê de kesayetên berz wekî Wezîrê Karê Derve Sergey Lavrov jî heye, ku ji 2012`an ve serdana Şamê nekiriye.

Dîplomatekî Rûsî ji rojnameya Şerq El-Ewsat re ev serdan bi "girîng" bi nav kir . Rojnameyê daxuyand ku armanca vê serdanê pêkanîna nîqaşên giştî li ser dozên girêdayî rewşa Sûriyê, bi Beşar El-Esed re ye.

Beriya vê serdanê gelek guhertinên siyasî pêk hatin. Komîteya destûrê ku Rûsya garantiya  serkeftina wê kiribû, bi bin ket. Ew binketin ji ber israra hikumeta Şamê, destwerdanên derve û dûrxistina nûnerên hêzên rasteqîn li ser erdê ku ya sereke ji wan Meclisa Sûriya Demokratîk e, pêk hat.

Her wiha Rûsyayê nikarî girêka Idlibê ji hev veke, ku heta niha Tirkiyê lihevkirin û sozên bi Rûsyayê re pêk neaniye.

Serdana Rûsyayê piştî nameyên ku Washingtonê ji Moskovê re rê kirin ku li dijî hebûna wê li Sûriyê dernekeve lê belê divê pirsgirêka hikumeta El-Esed û hebûna Îranê çareser bike, pêk tê.

Berdevkê Washingtonê yê Taybet yê Berpirsyarê Sûriyê James Jeffrey demeke berê wiha gotibû: "Têkiliyên Rûsya-Sûriyê ji ber Beşar El-Esed ne di asteke baş de ne. Rûsya ji Amerîkayê re piştrast kir ku ew ji hebûna El-Esed ne razî ne, lê belê tu alternatîfên wan tune ne. Rêveberiya Amerîkayê ya niha vê yekê di ber çav re digire û tevî civaka navneteweyî hevkariya Rûsyayê dike da ku veguhertina siyasî pêk bê."

Jeffrey daxuyand ku helwesta Amerîka ji aloziya Sûriyê bidawîkirina vê aloziyê li gorî çareyên siyasî yên li gorî biryara NY`yî û Meclisa Ewlekariyê ya hejmar 2254`an e. Di biryarê de, tekezî bi dayîna destûreke nû ji welat re, derxistina hemû hêzên Îranê û mîlîsên girêdayî wê, şerê li dijî DAIŞ`ê û berdewamkirina zextên aborî û dîplomatîk li ser rejîma El-Esed, dibe.

Li gorî çavdêran, Rûsya ji ber vê mercê hewl da aliyên siyasî yên Sûriyê bixe tevgerê, ku di salên destwerdana wê li şerê Sûriyê de tu encamên siyasî bi dest nexist.

Di vê der barê de, Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Vîna Gel girêdayî aloziya Sûriyê li paytexta Rûsya Moskovê muzakereyeke lihevkirinê pêk anîn, ku wekî destpêka qonaxeke nû hate binavkirin.

"HEWLDANA BEŞDARKIRINA HIKUMETA SÛRIYÊ BI AWAYEKÎ AKTÎFTIR DI KOMÎTEYA DESTÛRÊ DE"

Têkildarî armanc û encamên vê serdanê, Ajansa Nûçeyan a Hawarê hevpeyvînek bi pisporê Meclisa Rûsî ya Têkiliyên Navneteweyî Kirill Semenov re pêk anî. Semenov wiha got: "Bawer im ku peywendiyên wezareta derve ya Rûsyayê bi fermandariya Sûriyê re ji bo beşdarkirina hikumeta Sûriyê bi awayekî aktîftir di xebatên komîteya destûrê de bû. Girîng e ku li ser dema civîna nû ya tîma sazkirinê û bernameya xebatê, bê lihevkirin."

Semenov wiha berdewam kir: "Ev mijar bi rastî bi Geir Pedersen re hate nîqaşkirin. Bi her awayî dê nêrînên têkildarî dozên din bên parvekirin. Biryarên girêdayî rewşa Idlibê û rojhilatê Firatê jî bi hevkariya wezareta parastinê ya Rûsyayî û piştî şêwirên bi Enqerayê re tên dayîn."

Li gorî pisporê Rûsî, dibe ku wezareta derve ya Rûsyayê di serdana Moskovê ya ji bo Şamê de, girêdayî Idlibê û rojhilatê Firatê tiştekî nû bi xwe re bîne.

"NIRXEKE TAYBET Û NEJIRÊZÊ"

Sekerterê Partiya Vîna Gel û Nûnerê Moskovê di "komîteya destûrê" ya Sûriyê de Muhend Delîqan jî, serdan wiha nirxand: "Bawer im ku ev sedan xwedî nirxeke taybet û ne ji rêzê ye. Nexasim, wekî em dizanin ku ev cara duyemîn e ku birêz Lavrov ji destpêka aloziya Sûriyê de piştî 9 salan, serdana Şamê dike."

  Delîqan wiha lê zêde kir: "Bi nêrîna me, mercên destpêkirina pêkanîna temam ya biryara hejmar 2254`an êdî temam bûn. Têgeha pêkanîna "temam" cara yekê Lavrov bi xwe beriya çend hefteyan bi kar anîbû. Ji lewra em bawer in ku dê encamên girîng ji vê serdanê derkevin."

Girêdayî têkiliya vê serdanê bi serdana şandeya MSD`ê ji Moskovê re û pêkanîna muzakereya lihevkirinê bi Partiya Vîna Gel re, Delîqan wiha got: "Tu agahiyên me tune ne heke girêdaneke yekser di navbera muzakereyê û serdanê de heye yan na. Lê ez bawer nakim. Ji ber ku muzakereya lihevanînê tenê beriya çend rojan pêk hat, lê belê serdanên bi vî rengî beriya çend hefteyan tên plankirin."

Tevî vê yekê jî, muzakereya lihevkirinê gaveke girîng a ber bi çareseriyê ve û pêkanîna biryara hejmar 2254`an e. Her wiha berdewama nûnertiya aliyên ji vê çalakiyê hatine dûrxistin e ku ji bo misogerkirina yekitiya xak û gelê Sûriyê ye. Dibe ev jî mijareke nîqaşê be.

"DEMEKE GIRÎNG"

Şîrovekar û rojnamevanê Sûriyê Malik El-Hafiz jî mijar nirxand û got: "Bawer im ku dê serdan ji bo berdewamkirina serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a Çileyê be. Her wiha dê piştî pêşketinên di doza Sûriyê de, parçeyekî duyem ê pêşkêşkirina kartên Moskovê ji bo dema pêş be."

El-Hafiz weha axivî: "Dema serdanê jî girîng e ku beriya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê û piştî rageşiya di navbera Moskovê û Enqerayê ya derveyî doza Sûriyê ye."

El-Hafiz axaftina xwe weha domand: "Plana Rûsyayê ji bo dema pêş nehatiye guhartin, lê belê serdan îşaretê bi berdewamkirina piştgiriya dîplomatîk a Rûsyayê ji hikumeta El-Esed re dike. Çi bi rêya komîteya destûrê be, ku wezîrê derve yê Rûsyayê di demeke kin de hevdîtin bi şandeyê navneteweyî ji bo Sûriyê Geir Pederson re kiribû, çi jî bi rêya hewldanên Moskovê yên ji nû ve sazkirina rejîma Sûriyê bi formateke nû be."

"DOZÊN CUDA"

Girêdayî dozên ku tê payîn di serdanê de bên nîqaşkirin, El-Hafiz wiha got: "Dozên girêdayî serweriya Rûsyayê di doza Sûriyê de û razîkirina aliyên din bi vê serweriyê, gelek in. Lê belê xuya ye ku mijara rojhilatê Firatê bi taybetî û lihevkirin û nêzîkbûnên girêdayî wê mijarê dê bingeha nîqaşan be. Her wiha dê doza komên cîhadîstên li Idlibê û helwesta Rûsya û Tirkiyê di vê derbarê de û helwesta wan a girêdayî destwerdana dawî ya Amerîkayê û hedefgirtina komên terorîst li Idlibê û şîrovekirina Moskovê ji vê destwerdanê re, bên nîqaşkirin. Helbet, li kêleka doza komîteya destûrê û divê di dema pêş de çawa be, gelo dê ev yek li kêleka operasyonên leşkerî bê bikaranîn û piştî rageşiyên li bakur bikeve meriyetê, yanî jî dê senaryoyeke cuda ya Cinêvê be, dê mijarên nîqaşê bin."

El-Hafiz wiha pê de çû: "Em nikarin pêşketina nîqaşên girêdayî cezayên qanûna Qeyser a Amerîkayê jî paşguh bikin.  Gelo Moskov nêzî Washingtonê bûye yan berevajî wê yekê. Ev yek dê siyasetên Moskovê yên derve li hemberî Washingtonê diyar bike, divê Şam jî pabendî biryarên Moskovê be."

El-Hafiz her wiha muzakereya lihevkirinê ya di navbera MSD`ê û Partiya Vîna Gel de jî nirxand û got: "Bawer im ku Moskovê planên nû ji bo muzakereya lihevkirinê ya MSD`ê û Partiya Vîna Gel danî, ku dixwaze bi wê yekê MSD`ê bi aliyê xwe ve bikişîne da ku helwesta xwe  ya erênî ji Enqerayê re nîşan bide û dixwaze nêzîkbûnekê ku Tirk jê razî bin çêbike. Bi vê yekê dê Moskov bingeha guncaw ji bo nêzîkbûna girîng (li gorî wê) di navbera Şam û Enqerayê de, ava bike."

El-Hafiz weha axivî "Heke MSD`ê li rojhilatê Firatê pozîtîv be û Rûsya û Tirkiyê li ser tunekirina komên terorîst û çareserkirina doza rêyên navdewletî li hev bikin, dê tu astengî li hemberî lihevkirina MSD`ê, Enqera û Şamê, tune be. Lê belê ev yek jî planeke Rûsyayê dimîne, ku dibe li gel kûrbûna dozên derve, rola Îranê û Israîlê di Sûriyê de, nikaribe pêk bîne."

"ENCAMÊN TÊN PÊŞBÎNÎKIRIN"

Şîrovekar û rojnamevanê Sûriyê Malik El-Hafiz encamên vê serdanê wiha pêşbînî kirin: "Her bûyereke girîng ku ji vê serdanê derkeve, tê wateya nêzîkbûneke eşkere ya Şam û Enqerayê. Rûsya di dema borî de xwe dispart vê yekê. Lê belê pirs ew e, gelo hemû dateyên forma dawî ya vê nêzîkbûnê hatine diyarkirin, an dê formata dawî bi seneroyeke nû ya bi zanabûn ji bo dabeşkirina serweriyê di qonaxa heyî de li bakurê Sûriyê, bê diyarkirin? Her wiha dê lihevkirina li ser wê yekê bi çi rengî be?

El-Hafiz wiha berdewam kir: "Bawer nakim ku di dema niha de tu guhertin di dozên rojhilatê Firatê û komîteya destûrê de çêbibe. Lê belê dê mijara cezayên qanûna Qeyserê jî mijareke girîng bimîne.  Rewşa aborî û zextên li ser Şamê û hevalbendên wê, tê wateya ku her helwesteke erênî ya Şamê bi hevalbendên Washingtonê re dê cezayên li dijî wê kêm bike. Ji lewra, Moskov dibîne ku çareseriya nû bi rêya Astaneya sêalî pêkan e. Ji ber ku Tirkiye hevalbendê Washingtonê ye, Îran jî faktorê paşguhkirî yê di doza Sûriyê de ye. Ji ber wê, nêzîkbûneke di navbera Enqera û Şamê de dê Tehranê qels bike. Ev jî rêyeke sereke ya Rûsyayê ye."

Malik El-Hafiz wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dibe ku encamên serdanê neyên eşkerekirin, lê belê helbet dê di encamê de bi qasî ku Moskov dikare dê serweriya Îranê qels bike, çi bi rêya aramkirina rewşa Şamê bi aliyên derdor re, çi jî bi agahdarkirina wê ji tevgerên Moskovê yên piştî qonaxa Koronayê. Her wiha dê Moskov ji bo pêşîgirtina bandora cezayên Qeyserê di dema niha de piştgiriyê bide Şamê, ku dibe ceza bandorê li pêşketina doza Sûriyê ya di navbera Moskov û Washingtonê de bike."

(cx)

ANHA