​​​​​​​Gerînendetiya Jîngehê ji bo çopa Qamişloyê projeyeke nû amade dike

Şêniyên taxa Hilêliyê ya Qamişloyê ji bo çareserkirina pirsgirêka dûmana agirê çopê banga çareseriyekê kir û Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê jî amadekariya projeyeke nû dike.

​​​​​​​Gerînendetiya Jîngehê ji bo çopa Qamişloyê projeyeke nû amade dike
​​​​​​​Gerînendetiya Jîngehê ji bo çopa Qamişloyê projeyeke nû amade dike
​​​​​​​Gerînendetiya Jîngehê ji bo çopa Qamişloyê projeyeke nû amade dike
​​​​​​​Gerînendetiya Jîngehê ji bo çopa Qamişloyê projeyeke nû amade dike
​​​​​​​Gerînendetiya Jîngehê ji bo çopa Qamişloyê projeyeke nû amade dike
6 îlon, 2020   06:06
QAMIŞLO

Sergoya giştî ya bajarê Qamişloyê û navçeya Amûdê li nêzî gundê Navkurê yê ku 5 km dikeve rojavayê bajarê Qamişlo de dimîne û rojane 20 ton çop kom dibe. Çop bêhnê derdixe û ji ber gazên di nava wê de agir bi pê dikeve û dûman li ser asîmanê bajar belav dibe.

Şaredariya Gel di dawiya 2019`an de soza çareserkirina pirsgirêka çopa Qamişloyê dabû, lê di encama dorpêçkirina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina deriyên sînoran de, proje dereng mabû.

Şêniyên taxa Hilêliyê yên girêdayî Komîna Şehîd Mistefa Gulo li ser bêhna çopê her wiha li ser dûmana ku dema agir bi çopê dikeve, bangewazî kir.

Delîl Çîlo diyar kir ku ew ji bêhna çopê aciz dibin û got: "Ev çar sal e em serdana şaredariyê dikin da ku ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibîne,  soz da me lê hê jî me çareserî nedîtiye, kêmanî tenê me divê şewat bisekine."

Her wiha Ekîd Gulo jî axivî û got: "Dema agir bi çopê dikeve êdî em nema li ber xwe dibînin ji ber dûmanê di heman demê de nexweşiyên weke nexweşiya Rebo û ilîhab Qesebat bi me re derketiye.

Li ser daxwaza şêniyan ANHA`yê serdana Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê kir. Hevseroka gerînendetiyê Buşra Ferhan li ser projên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê da zanîn ku ji ber rewşa Koronavîrusê projeya vegerandina çopê hatiye sekinand û got: "Ji ber rewşa heyî proje hat sekinandin, hetanî rewş baş bibe em ê li ser projeyê kar bikin.”

Buşra da zanîn ku ew çareseriyek bedel ji xeyînî projeya vegerandina çopê re dîtine û got: "Em li erdekî digerin, em dê projeya avêtineke tendurist li ser wî erdî çêkin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L9PQDOqztqI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>