Şêniyên Efrînê li hemberî êrişan banga yekitiya kurdî kir

Şêniyên Efrînê berxwedana HPG`ê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftenînê silav kir û ji bo pêşîgirtina êrişan û serhildana li dijî dagirkeran, banga yekitiya kurdî kir.        

Şêniyên Efrînê li hemberî êrişan banga yekitiya kurdî kir
6 îlon, 2020   05:40
ŞEHBA- XANDÎ ELO

Artêşa Tirk a dagirker êrişên berfireh li dijî herêma Heftenînê pêk tîne da ku herêmê dagir bike. Li hemberî êrişan Hêzên Parastina Gel (HPG) berxwedaneke bêhempa reva dike.      

Girêdayî helwesta gel li hemberî êrişên li dijî xaka Kurdistanê, ANHA'yê nêrîna şêniyên kantona Efrînê girt.

Têkildarî mijarê, Hisên Hebeş êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kir ku heke sînoreke ji Tirkiyê re neyê danîn, dê êrişên xwe berfireh bike.

Hebeş got: "Wekî şêniyên Efrînê em êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Kurdistanê şermezar dikin. Artêşa Tirk êrişên xwe li dijî xaka Kurdistanê berfireh dike, bi taybetî piştî dagirkirina kantona Efrînê û herêmên Girê Spî û Serêkaniyê. Kesekî ku sînorek ji Tirkiyê re deyna, tune bû."

Hebeş piştrast kir ku ji bilî berxwedanê rêyên din ên serkeftinê tune ne û got: "Îro, dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Heftenînê nû dike. Em bi silogana 'Berxwedan jiyan e' bawer dikin. Ji lewra, ji bilî berxwedanê rêyeke din a têkbirina wan êrişan tune ye. Hêzên Parastina Gel li çiyan, em jî li kampan li ber xwe didin."

Hebeş her wiha bang li dewletên cîhanê kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker dît ku tu dewlet li dijî wê nesekinî, lewra êrişên xwe dijwar kir. Ji ber vê yekê divê hêzên cîhanî destwerdanê bikin û êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê rawestînin. Ji be êrişên dagirkeriyê gelek sivîl şehîd bûn."

Şêniya bi navê Kewser Mistefa jî helwesta hikumeta Herêma Kurdistanê bi îxanetê bi nav kir û got: "Em helwesta hikumeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker, bi îxaneteke mezin ji gelê Kurd re bi nav dikin. Ji ber ku bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê xizmeta yekitiya kurdî nake, berevajî wê dê bibe sedema lawazbûn û jihevketinê."

Kewser bang li gelê Kurd kir ku yekitiyê pêk bîne û got: "Ez bang li gelê Kurd dikin ku yekitiyê pêk bîne. Da ku em karibin li dijî dagirkeran bisekinin û êrişên wan têk bibin. Di vê qonaxê de pêwîstiya me bi yekitiya kurdî heye, ji ber ku bi yekitiyê em bi hêztir dibin."

Kewser di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hikumet Herêma Kurdistanê bi helwesta xwe hêviyên bi milyonan Kurdan têk dibe û wiha got: "Partiya Demokartîk a Kurdistanê li pêş hêviyên bi milyonan gelê Kurd ên pêkanîna yekitiyê dibe asteng. Divê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeran serî hildin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R73vDs1kiAY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>