Erebeyeke Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê hate hedefgirtin

Duh bi şev erebeyeke şîrketeke Iraqê ku peyman bi Koalîsyona Navneteweyî re daniye, hate hedefgirtin û di encamê de polîsek û welatiyek birîndar bûn.

Erebeyeke Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê hate hedefgirtin
6 îlon, 2020   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê daxuyand ku di encama teqîna ku duh bi erebeya şîrketeke iraqî de pêk hatiye ku peyman bi Koalîsyona Navneteweyî re îmze kiriye, polîsek û welatiyek birîndar bûn.

Şaneyê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh li ser rêya Şuilê bombeyek bi erebeyê de teqiya û di encamê de polîsek û welatiyekî li kolanê birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

(eh)