​​​​​​​'Dewleta Tirk dixwaze hêviyên kurdan tune bike'

Ehmed Çetelê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide di şexê HPG'ê yê de hêviya gelê Kurd tune bike. Çetelê got, divê hikumeta Herêma Kurdistanê helwesta xwe ji êrişên Tirkiyê re zelal bike.

​​​​​​​'Dewleta Tirk dixwaze hêviyên kurdan tune bike'
6 îlon, 2020   03:23
QAMIŞLO- BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkeyên xwe yên dagirkirin û qirkirinê de, ji 16'ê Hezîranê ve êrişên herêmên Parastinê yên Medyayê dike da ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe ku hêviya gelê Kurd e. Li hemberî van êrişan hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê bêdeng e.

Hevserokê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk Ehmed Çetelê li ser mijarê got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Kurdistanê ne tiştekî nû ye, ji beriya 40 salan ve êriş dike. Her çendî ku hikumet li Tirkiyê nû dibin an wezîrên nû têne hilbijartin soza tunekirina kurdan didin. Lê nikaribûn û nikarain gelê Kurd tune bikin."

Çetelê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftenînê û got ev êriş berdewama sozên hikumetên ku li Tirkiyê li pey hev hatine ye û wiha domand: "Tirkiyê niha kar dike da ku bi êrişên xwe yên li ser Heftenînê hêza kurdan qelis bike. Dewleta Tirk di wê baweriyê de ye ku nikare îradeya gelê Kurd bişkîne û hebûna wê tune bike, nemaze ji ber keda û fedekariyên ku gelê Kurd di oxira azadiyê de didin."

Ehmed Çetelê destnîşan kir ku gelek sedemên êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Heftenînê hene û got, ji wan têkbirina hewldanên pêkanîna yekitiya netewî ye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş dikeve . Çetelê her wiha anî ziman ku ew hêvî dikin ku diyalogên ji bo yekitiya netewî dewam bikin heta rdamezirandina yekitiyê were ragihandin.

Çetelê destnîşan kir ku Hêzên Parastina Gel hêviya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye, Tirkiyê bi sedan êriş li ser van hêzên pêk anîne da ku hêviya gelê Kurd bişkîne.

Têkildarî bêdengiya hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê û rewakirina wê êrişên Tirkiyê, Ehmed Çetelê got, pêwîst e hikumeta Herêma Kurdistanê helwesta xwe ji van êrişan diyar bike ji ber Tirkiyê dijminê tevahî gelê Kurd e.

Çetelê da zanîn ku îdiayên dewleta Tirk ku dibêje ji ber hebûna PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş dike, ne rast in û diyar kir ku dewleta Tirk şerê hemû tevgerên rizgarkirinê dike û hewl dide wan tevgeran li ber çavê raya giştî ya cîhanê reş bike. Çetelê got: "Tirkiyê li Lîbyayê şer dike, ma PKK'ê li Lîbyayê heye?, heman tişt ji bo Somal û Yewnanistnê derbasdar e."

Ehmed Çetelê da zanîn ku her kes dizane ku tevgera azadiyê ne tevgereke dijber, lê belê tevgereke rizgariyê ye, ji bo mafên rewşa yê gelên Kurdistanê û pêkanîna aştiyê têdikoşe û wiha got: "Em gelê Kurd, ji azadî û aştiyê hez dikin. Mîna hemû gelên cîhanê em ji beriya hezarên salan li ser axa bav û kalên xwe dijînin û dixwazin mafên xwe yên rewa bidest bixin."

Hevserokê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamiya  Ehmed Çetelê di dawiya axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin ku dewleta Tirk li hişê xwe vegere. Bi kurdan re li ser maseya diyalogan rûnê. Ji ber ku diyalog çareseriya tekane ya bidawîkirina nakokiyan e."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ST4CZYOZO_A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>