Beşdarên komxebatê xwestin pêşniyarên wan bên pêkanîn

Di encamnameya Komxebata têkildarî  şerê taybet a bajarê Kobanê de hate gotin:"Divê pêşniyarên komxebatê bibin proje û mekanîzmeyên guncew ji bo pêkanîna wan bên afirandin. Her wiha divê komîteyên şopandinê yên taybet bi vê mijarê bên avakirin."

Beşdarên komxebatê xwestin pêşniyarên wan bên pêkanîn
Beşdarên komxebatê xwestin pêşniyarên wan bên pêkanîn
Beşdarên komxebatê xwestin pêşniyarên wan bên pêkanîn
Beşdarên komxebatê xwestin pêşniyarên wan bên pêkanîn
Beşdarên komxebatê xwestin pêşniyarên wan bên pêkanîn
Beşdarên komxebatê xwestin pêşniyarên wan bên pêkanîn
Beşdarên komxebatê xwestin pêşniyarên wan bên pêkanîn
Beşdarên komxebatê xwestin pêşniyarên wan bên pêkanîn
5 îlon, 2020   15:56
KOBANÊ

Komxebata li bajarê Kobanê îro di roja duyemîn de dewam kir û gelek semîner hatin nîqaşkirin.

Di çarçoveya xebatên qonaxa êvarê ya roja duyemîn a komxebatê de, parêzer Ewas Elî semînerek da û behs pirreniya qebîle û eşîran û bandora şerê taybet kir.

Elî wiha got: "Gendelî ji girîngtirîn faktorên şerê taybet e û rêbazeke sereke ye ku sîstem ji bo tunekirina civakekê bi kar tîne."

Komxebat bi vê xwendina encamnameyê bi dawî bû:

"Piştî du rojan ji nîqaşan, çalakiyên komxebata şerê taybet ku akademîsyenên civaka demokratîk bi rêxistin kiribû, bi dawî bû. Rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas û çalakvan, hejmareke kesayetên serbixwe û endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ên bajarê Kobanê beşdarê komxebatê bûn.

Ji ber xeteriya şerê taybet û gefên ku li ser hebûn, nirx û çanda civakê dixwe, komxebat hate lidarxistin û nîqaşên li ser rastiya vê şêwazê xeternak, çawaniya pêşîgirtina wê, rêbazên şerê taybet û aliyên ku hêzên dijber ji bo meşandina şerê taybet bi kar tîne, hate kirin.

Nîqaşên komxebatê di atmosfereke demokratîk de hatin kirin. Hate xuyakirin ku aliyên dijber niha vê şewazê şer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin û armanc dikin ku hevgirtina civakî û destkeftiyên gelên herêmê, rêveberiyê û hêzên leşkerî yên herêmê têk bibe û hegemonî û dagirkeriyê li ser civakê ferz bikin.

Beşdaran li ser xeteriya şerê taybet û şerê derûnî yê li dijî herêmê hişyarî da û teqez kirin ku ji bo bêbandorkirina şerê taybet, berpirsiyarî dikeve ser milê hemû beşên civavkê û Rêveberiya Xweser. Li herêmê şerên herêmî û navneteweyî pêk tên, gelek alî hewl didin xwe li herêmê bi cih bike. Ji bo pêkanîna wê armancê hemû şêwazên li dijî pêkhateyên herêmê bi kar tîne.

Di komxebatê de hate destnîşankirin ku divê şaştî û valahiyên ku dijmin bi kar tîne  bên çareserkirin û dagirkirin, çi di rêveberiyê de çi jî di civakê de be. Her wiha hate piştrastkirin ku divê rêveberî bi awayekî baldartir nêzî dozên civakê bibe û xeteriya şerê taybet bi rêya lidarxistina panel, komxebat, diyalog û belavkirina belavokan, bi civakê bide nasandin.

Di nîqaşan de hate bibîrxistin ku sîxurkirina ciwanan yek ji rêbazên sereke yên şerê taybet ê li dijî civaka herêmê ye. Ji ber ku jihevxistina civakê ji hundir ve, armanceke dijmin a stratejîk e.

Her wiha ji bo pêşîgirtina şerê taybet, pêşxistina dezgehên çapemeniyê pir girîng e. Bandorên şerê taybet li ser civakê ji ber lawazbûna rola çapemeniyê di pêşîgirtina wê de û birêxistinkirina civakê de ye.

Ji lewra, dikare ji tecrubeyên dezgehên çapemeniyê ji bo xurtkirina saziyên çapemeniyê yên heyî û bêbandorkirina şerê taybet, sûd bê girtin.

Yek ji rêbazên sereke ji bo pêşîgiritna şerê taybet çareserkirina xalên lawaziyê, nirxandina pirsgirêkan û dateyên wê, danîna planên stratejîk ji bo çareserkirina pirsgirêkan, guhdarîkirina daxwazên gel, xurtkirina têkiliyên di navbera rêveberiyê û gel de li ser esasê bawerî û welatparêziyê, her wiha pêşxistina xebatên saziyan e.

Her wiha divê hemû beşên civakê û bi taybetî ciwan li ser xeteriya malperên tevna civakî ku yek ji rêbazên sereke yên şerê taybet, bên hişyarkirin. Ji ber ku mirovên zana tenê dikarin vê şerî bê bandor bikin.

Girîng e ku rewşa perwerdeyê bê pêşxistin û asta zanabûn û têgihîştinê di civakê de bê bilindkirin.

Her wiha divê wekî şêwazekî pêşîgirtina şerê taybet, aliyê aborî bê pêşxistin û ciwanên herêmê yên li derve bên teşwîqkirin ku vegerin herêmê û beşdarî pêşxistina hemû qadan bibin.

Beşdaran tekez kir ku divê pêşniyarên ji komxebatê derketine, bibin proje û mekanîzmeyên guncew ji bo pêkanîna wê bê afirandin. Her wiha divê komîteyên şopandinê yê taybet bi vê mijarê bên avakirin.

(cx)

ANHA