Konfransa YJA`yê bi dawî bû: Navê yekitiyê hate guhertin

Xebatên Konfransa 3'yemîn a Yekitiya Jinên Azad li Şehbayê bi dawî bûn û navê yekitiyê veguherî "Meclisa Yekitiya Jinên Azad". Her wiha koordînasyoneke nû ji meclisê re hate hilbijartin.

Konfransa YJA`yê bi dawî bû: Navê yekitiyê hate guhertin
Konfransa YJA`yê bi dawî bû: Navê yekitiyê hate guhertin
Konfransa YJA`yê bi dawî bû: Navê yekitiyê hate guhertin
Konfransa YJA`yê bi dawî bû: Navê yekitiyê hate guhertin
Konfransa YJA`yê bi dawî bû: Navê yekitiyê hate guhertin
Konfransa YJA`yê bi dawî bû: Navê yekitiyê hate guhertin
5 îlon, 2020   16:29
ŞEHBA

Vê sibehê dirûşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayê em ê dagirkeriyê bi dawî bikin û şoreşa jinê mayînde bikin", xebatên Konfrasna 3`yemîn a Yekitiya Jinên Azad li hola çand û hunerê ya navçeya Fafîn a Kontona Şebhayê dest pê kir.

Piştî xwendin û nirxandina rapora salane ya yekitiyê, hevseorka Meclisa Kantona Şehbayê Wefa Hisên rêziknameya YJA`yê xwend. Her wiha navê Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê veguherî Meclisa Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê.

Jinên beşdarî konfrasnê bûne, li ser navê nû erê kirin.

Di konfransê de gelek biryar hatin dayîn, ji wan: "Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike û fikr û felsefeya Ocalan di hemû çalakiyan de bingeh tê girtin. Belavkirina fikr û felsefeya Rêber Ocalan dewam dike. Ji bo xilasbûna ji zihniyeta mêrserwer, jin û zilamên ji hemû pêkhateyan bi rêya serdan, civîn û perwerdeyan tên zanakirin. Rola komînan tê aktîvkirin û nûnereke Meclisa Jina Azad a Şehbayê di hemû komînan de tê diyarkirin. Li hemberî têgeh û urf û adetên li pêş azadiya jinan têkoşîn tê meşdandin û desteka jinên tundî li ser wan têne meşandin, bê kirin. Her wiha projeyên aboriya jinan ên meclisa jinan li gorî derfetên heyî, berdewam dikin. Perwerdeyên vekirî û girtî yên ji bo jin û zilaman û perwerdekirina li ser parêznameyên Rêber Ocalan berdewam dikin. Li gorî pêdiviyê, jin valahiyên di komînan de dadigirin. Piştgiriya hêzên leşkerî û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Tevgera Jinên Ciwan, ji aliyê endam û rêveberan vet ê kirin.

Her wiha Rîhab Cibo, Sebah Nasir û Zehra Kalo wekî endamên koodînasyona nû ya Meclisa Jinên Azad a Şehbayê û hin endamên din ê meclisê, hatin hilbijartin.

Di dawiya konfransê de, endamên meclisê û koodînasyonê sûnd xwarin.

(cx)

ANHA